Eiland da zanîn ku di şerê Xezzeyê de dagirkerî şikestineke mezin xwar û HAMASê serkeftinek eşkere bi dest xist û got, "Ev şer ji bo îsraîlê têkçûneke mezin bû. Ji ber ku HAMAS ne tenê nehişt ku îsraîl bigihêje armancên xwe, di heman demê de gihiştiye armancên xwe, armancên wek mayîna li ser desthilatdariyê."
Eiland herwiha diyar kir ku rêkeftina agirbestê rê nade ku HAMAS hêz û şiyana xwe ji nû ve ava bike û dibe ku bihêztir jî bibe û eger rêjîma îşxalker li dijî HAMASê gavan bavêje, wê rêkeftinê îhlal bike. (ÎLKHA)