ÎTTÎHADUL ULEMA, hevdîtina aliman a 9emîn tertîp dike

Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ew ê di 5-6ê Cotmeha 2024an de li Diyarbekirê bi beşdarîya alimên payebilind ên ji gelek welatên Îslamê bi taybetî Tirkiyeyê hevdîtina aliman a 9emîn li dar bixe.

ÎTTÎHADUL ULEMA, îsal temaya bernameya "Hevdîtina Aliman" a ku her sal di meha cotmehê de tê lidarxistin wek "Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummetê û Ulemayê (Namûsa Ummetê, Xezze)" diyar kir.

Daxuyanîya hevdîtina aliman a 9emîn a ku tê plankirin di 5-6ê Cotmeha 2024an de li Diyarbekirê bê lidarxistin, ji aliyê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer ve hat dayîn.

Mele Ozer destnîşan kir ku ji sala 2015an û vir ve bi beşdarîya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkîye, Iraq, Îran, Sûriye, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan û Urdunê, "Civîna Aliman" li dar dixin, Ozer di daxuyanîyê de weha got: "Konferansa me ya îsal ew ê di navbera 5-6ê Cotmeha 2024an de li Mizgefta Selaheddîn Eyyûbî ya Bajara Nû Diyarbekirê Di Salona Konferansê ya Kompleksê de bi temaya 'Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummetê û Ulemayê (rûmeta Ummetê, Xezze)’ bê lidarxistin."

Mele Ozer weha berdewam kir: "Di civîna me ya 9emîn de, Qudsa me ya ku ev sed sal in ji aliyê rejîma terorîst a siyonîst ve hatiye îşxalkirin û qetlîamên ku ev nêzî salek e bênavber dewam dikin, wê were rojevê. Li ser şêwra me ya bi alimên re hat kirin, ew ê ‘Tofana Eqsayê’ bi berfirehî bê nîqaşkirin, mesulîyetên ummet û ulemayan wê bên eşkerekirin û alim dê di beyannameya dawîn de nêrîn û pêşniyarên xwe ên çareseriyê bi raya giştî re parve bikin."

Mele Ozer dawîya daxuyanîyê bi daxwaz û temenîyan dawî kir û weha got: “Em hêvîdar in ku bernameya ku em ê bi vê minasebetê li dar bixin bi feyde be û ji Xwedayê mezin dua dikin ku bila ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên alema Îslamê bibe alîkar." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

HUDA PAR: Stendina perwerdehîyê ya bi zimanê dayîkê û xizmeta raya giştî ya bi zimanê dayîkê lazimatîyeke esas e
Karwanê Hêvîyê wê tirên xwe yên alîkarîyê li ser Urdunê bişîne Xezzeyê
Evîndarên Pêxember: Divê hemû welatên Îslamê hesabên herêmî ya rejîma îşxalker xera bikin
KENY, bi rojeva Libnanê bi acîlî dicive
Li navçeya Serê Kanîya Rihayê di nevbera xizman de bi çekan şer derket: 1 mirî