Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama koronavîrusa ku li Çînê derket di nav 24 seatên dawî de 64 kesên din jî mirin.
Digel hejmara dawî hejmara kesên ku heta niha ji ber koronavîrusê mirin derket 425 kesan.
Li Çînê ji ber koronavîrusê her ku diçe rewş xeteretir dibe. Ji ber ku koronavîrus bi şiklekî lezgîn belav dibe Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê rewşa acîl îlan kir.
ÎLKHA