Ji ber minasebeta meha Remezanê serkirdeyên Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê weşandin

Serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber minasebeta meha Remeznê peyamên pîrozbahiyê weşandin.

Peyamên pîrozbahîyê yên meha Remezanê yên ku hatin dayîn wisa ne:

Serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

Hêvîdar im meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistan, Iraq û hemû mirovahiiyê û bidawîhatina nexweşiyan û asayîbûna jiyanê. Herwiha bidawîhatina teror, tundûtûjî û belavbûna aştî, pêkvejiyan û asûdeyiyê bo hemû mirovahiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Hêvîdarim meha Remezanê bibe cihê qayîmkirina tebayî û derbaskirina astengan

Bi boneya hatina meha Remezanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêvîdarim meha Remezanê bibe cihê qayîmkirina tebayî û derbaskirina astengan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Ez Remezana temamê Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim, bila Remezan bibe, xêr, bereket, rehmetê û xweşiyê bo her kesî û Xwedayê mezin û dilovan, rojî, dua û îbadetên hemiyan qebûl bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya