Ji bo herêmên erdhejê hişyarîya bayê tozê!

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ew ê li wan bajarên ku ji erdhejê zirar dîtine barkirina tozê çêbe.

Ji ber ku li wan bajarên ku lê erdhej pêk hat tê payîn ku toz bê barkirin, li hemberî neyînîyên wek kêmbûna dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û astengiyên di sewqê da divê bi dîqet û baldar bin.

Pispor şîret dikin ku li hember veguheztina tozê, bi taybetî yên bi nexweşiyên nefes û dil, kal û pîr û zarok zêdetir baldar bin.

Veguheztina tozê çawa çêdibe?

Li çolan, pariyên tozê yên nisbeten mezintir li nêzikî deverên xwe yên jêdera rûdinin, lê yên piçûktir dikarin bi hezaran kîlometreyan bigerin. Ev rewş wekî veguhestina tozê tê binavkirin. Veguheztina tozê dikare bandora xwe li deverên dûrtir ên bi bahozên tozê pêk bîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin