Ji bo Sudanê hişyarîya birçîbûnîyê

Hat desntîşankirin ku di kampa penaberan a Zemzemê de ku nêzê 300 hezar însan ji ber herba navbera artêşa Sudanê û Hêzên Destek a Bi Lez de didome ji 2 seatan carek zarokekî ji ber birçîbûnîyê canê xwe ji dest dide.

Li Sudanê herba ku di navbera artêşa bin fermandarîya Orgeneral Abdulfettah Burhan û Hêzên Destek yê Bi lez a bin serokatîya Muhammed Hamdan Dagaloyê de ye berdewam dike.

Mirovên ku ji ber pevçûnê direvin, li bakurê Darfurê xwe di Kampa Zemzemê de distirînin.

Rêkxistina doxtorên ku sînoran nasnakin jî îfade kirin li kampê ji 2 seatan carekî zarokek ji ber birçîbûnîyê canê xwe ji dest didin, ji ber vê yekê ew banga alîkarîya lezgîn kirin.

Ji destpêka herba nav welat vir ve 1.6 milyon mirov welatê xwe terk kirine. Ji 7 milyonî zêdetir mirov jî di nav welat de ji cîhê xwe bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 936an
Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir
20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû