Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah derbarê operasyona “Tofana Eqsayê” de peyamek belav kir.
Temamê peyamê weha ye:
“Bîsmîllah
Selam, rehmet û bereketa Xwedê li ser we be.
Piştî ku me xebera êrîşên li dijî hêzên îşalê ya ji Xezzeyê girtîye birayên we yanê em li ser pîya, di rûniştinê de û di secdeyan de ji we birayên xwe yên qehreman û ezîz re duayê dikin.
Em ji temamê dinyayê re îlan dikin ku em bi temamê îmkanên xwe yên maddî û manewî li ba birayên xwe yên HAMAS, Cîhada Îslamî û Filistînî ne.
Rebbê min we di operasyona bi navê ‘Tofana Eqsa’ ya ku we nû daye destpêkirin de muzeffer bike û îsraîlîyan qehr û perîşan bike. Roketên ku hûn davêjin tirs û xewfê di qelbê îsraîlîyan de hakim bike.
Em Ji Bo Azadîya Quds û Eqsayê Banga Destekê Ji Bo Berxwedanê Li Temamê Rêxistinên Îslamî, Ferdên Misliman û îdarevanên Misliman Dikin.
Biroya Çapemenî ya Hîzbullah.” (ÎLKHA)