Ji cemaeta mizgeftê a ku îbadetê dikirin re bêedebî

Li Mêrdînê, komeke ku hat hewşa Mizgefta Mezin, hereketên wan yên bêedeb ên ku hêj nimêj neqedîya kirin, ji teref cemaetê ve bû sedeba bertek û hêrsbûnê.

Mizgefta Mezin a Mêrdînê, dûçarê xuyangên komeke ku di dema nimêja înê de ji şîarên Îslamê re bêedebîyên dikirin bûn.

Komeke geştyar ê bi tevî pîrek û zilaman, ji axavtina agahdarîna ku rêberên wan ji wan re kir re, bi çepik û fîkandinê bersiv dan.


Ev hereketa komê ya ku hêj nimêj û tespîhet neqedîya kirin, ji teref cemaeta mizgeftê ve bû sedema bertekê.

Ev bêedebîya ku hat kirin ji teref cemaetê ve bi telefonê hat qeydkirin.

Meleyê mizgeftê jî ji wê koma bêedeb re axivî û weha got, “Binherin ez we îqaz dikin. Ev tiştê mezin nekin. Ji ber astengîya kirina ji îbadetê ez ê bangê polêsan bikin. Eybe ji we re…”

Li hember ev axavtina meleyê mizgeftê, hinek kesên ji komê bêedebîyên xwe domandin û zêde kirin.

Ev hereket ji hişên mirovan re ev pirsê bîr anît, ‘eceb ev tiştan bi zanayî tên kirin’. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye