ÎHAyên rejima îşxalker, biroya HAMASê ya li herêma Maşrafiye ya Dahiye ya Beyrûta paytexta Libnanê bombe kir.
Di êrîşê de Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Şêx Salih El Arûrî û 5 mucahîd şehîd bûbûn û 11 kes jî birîndar bûbûn.
Cenazeyên El-Arûrî û fermandarên Tûgayên El-Qessam, Ezzam El-Ekra û Mihemed El-Rayes doh hatin definkirin.
Piştî nimêja cenazeyê li ser milên deh hezaran kesan cenaze hilgirtin. Qelebalixîya ku beşdarî merasîma cenazeyê bûn bi siloganên li dijî rejîma îşxalker peyama piştgiriyê didin berxwedanê. (ÎLKHA)