Ji HAMASê banga “Ji bo gorên komî lêpirsîna navneteweyî”

HAMASê, ji bo 3 gorên komî yên ku di nava Nexweşxaneya Nasirê hat dîtin de banga lêpirsîna navneteweyî kir.

Ji Nexweşxaneya Nasirê ya ku di bajarê Xan Yunisa Başûra Xezzeyê ye ji 3 gorên komî ve 392 ceset hat derxistin.

Qetlîamên nû yên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a ku di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê da destpêkirin derket holê.

HAMASê ku di heqê gorên komî yên ku ji Nexweşxaneya Nasirê de derket daxuyaniya nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de banga lêpirsîna navneteweyî ya bilez hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Pêwîstiya lezgîn bi avakirina komîteyeke serbixwe heye ku ji bo vekolînê li ser tawanên ku her roj ji gorên komî yên ku cesedên sivîlên nexweş û birîndar, zarok û jinên ku bi awayekî hovane hatine îşkencekirin, derdikevin holê. Her wiha nîşaneyên ku hin cenaze bi saxî hatine definkirin jî hene.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şert û mercên giran ên zivistanê li Emrîkayê tesîrdar dibin
Ebû Ubeyde: Heta ku gelê me ne di ewlehîyê de be ew ê îşxalkeran jî tehma ewlehîyê negirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 854an
Li Çînê di mezinahîya 6,8an de erdhej çêbû: Herî kêm 52 mirî
Ji Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê re êrîş hat kirin