Ji HUDA PARê daxuyanîya Qetlîama Başbaxlarê

Sekreterê Giştî û Parlamanterê Entabê yê HUDA PARê Şehzade Demîr, di salvegera 31emîn a qetlîama Başbaxlarê ku ji teref PKKê ve hatibû kirin de peyamek belav kir.

Demîr bal kişand ku ew qetilkirina 33 kesan hêj ji bîrnekirine, derheqê meseleyê de weha got:

“Em îro di salvegera Qetlîama Başbaxlarê de ne… Çeteyên bi plankirî ya ku êrîşî gundê Başbaxlara ku girêdayê navçeya Egîna Erzîncanê ye kirin, bi bûyerên Sêwasê dest pê kirin û merhaleya duyemîn a provokasyona ‘kûr’ bikaranîtin û 33 însanên mesum qetil kirin! Yên ku dixwestin Madimakê bavêjin ser hinekan, Başbaxlarê nedîtin û xebitîn ku ser wî bigrin, ev jî nîşan dide ku failê herdu bûyeran jî yek e. Qetlîama Başbaxlarê wek Qetlîama Sûsayê ji hemleyên sazîyên çeteyan yek bû ku dixwestin civakê ji xwe re bikin êsîr. Ez di salvegera Qetlîamê de ji Xwedê ji bo yên ku hatien qetilkirin daxwazîya rehmê dikim, qatilên wan jî lenet dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Spî erdhej
Li Koreya Başûr balafira rêwîyan ket xwarê: 120 mirî
Li Wan û Bedlîsê rêya 221 gundan ji ber berfê hat girtin
Ekîba tenduristîyê ya ku Weqfa Êtîman ji Xezzeyê re şandibû dest bi xebatan kir
“Sê Mehên” ku di nav de rehmet û mexfîret gellek in dest pê dike