HUDA PARê sefareta Pakistanê zîyaret kir

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê, Muhammad Syrus Sajjad Qazîyê Sefîrê Pakistanê li Enqerê, di Sefîrxaneya Pakistanê li Enqereyê de zîyaret kir.

Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî jî di zîyaretê de bi Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê re bû. Lijneya HUDA PARê, Muhammad Syrus Sajjad Qazîyê Sefîrê Pakistanê li Enqerê pêşwazî kir.

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê ku Muhammad Syrus Sajjad Qazîyê Sefîrê Pakistanê li Enqerê zîyaret kir, deftera şeref ya Sefîrtîya Pakistanê li Enqereyê îmze kir.

Demîr, di zîyaretê de destnîşan kir ku ew di felaketa lehîyê de alîyê Pakistanê ne û êş û elemên wan jî ji dil û can hîs dikin.

Sefîr Muhammad Syrus Sajjad Qazî, destnîşan kir ku ew ji zîyareta HUDA PARê gelek kêfxweş bûne û ev zîyaretê jî gelek manîdar dibînin, diyar kir lehîya ku li Pakistanê tê jiyankirin gelek mezin e, ji 1300î zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, bi sedhezaran mirov mexdûr bûn, hema hema ji nîvê Pakistanê zêdetir jî ji lehîyê tesîrdar bûne.


Qazî, ragihand ku ew hêna jî piştî lehîyê birînên xwe tedawî dikin, gote ku lazimatîya wan ji rûn, şekir, arvan û wek tiştên ewakî re û ji konan re jî heye.

Qazî, got ku dîyalogên wan bi Efxenistanê re gelek baş e, bal kişand ku hizura Efxenistanê him hizura Pakistanê û him jî hizura alema Îslamê ye.

Zîyaret, piştî hevdîtinê, bi daxwazîyên baş yê beramberî dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye