Tê diyarkirin raporta ku hat amadekirin ji 19 maddeyan pêk tê dê ji Hikûmeta Iraqê re bê teqdîmkirin û ew ê ji hikûmetê bê daxwazkirin ku Iraq ji ber Enfalê ji Kurdan lêborîna xwe bixwaze û dê bê xwestin ku ji nasên qurbanîyên Enfalê nexasim jî yên herêma Germîyanê re tazmînata maddî û manewî bê dayîn.
Di jenosaîda ku berî vê 33 salan hat kirin de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin. Dema ku ev qetlîam hat kirin temamê dinyayê xwe li kerrîtî û lalîtîyê danî.