Temamê peyama Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş, bi minasebeta salvegera şehadeta Rêberê Damezrînerê Cemaetê Huseyîn Velîoglu ku di 17ê Çileya sala 2000an de şehîd ketibû weha ye:
“Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
‘Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)’ (Ehzab: 23)
Hemd ji Xwedayê ku Rebbê Alemê ye re be. Selat û selam li ser Pêxemberê me Hezretî Muhammed Mustefa û ji şopînerên wî re be.
Ez bi minasebeta gihandina dîroka 17ê Çileyê, rêberê damezrînerê cemaeta me Huseyîn Velîoglu, bi vê wesîleyê hevaldozên me yên ku şehîd bûne û ji hemû şehîdên Îslamê re dua û hurmetê dikim. Ew soza xwe ya ku ji Rebbê xwe re dabûn bi cîh anîtin û ji nav me veqetîyan lê ew ji me re mîresekî xweş hiştin. Înşaallah em ê ji mîrasa wan re xwedî derkevin. Xwedê Teala ji me re jî bike nisîb ku em jî bi îman û şehadetê ji vê dinyayê veqetin.
Xûşk û birayên min ên biqîmet!
Em niha ketine nav sê mehên mibarek. Em di van mehan de tobe û îstîxfaran bikin, bi tevî van tobe û îstîxfaran giranîya xwe bidin xwendina Quran, Sîyer, Tefsîr, Hedîs û Fiqihan, heta ku ji destê me tê em îbadetên xwe zêde bikin, sicde û duayên xwe zêde bikin.
Tewsîyeya min yê ji hemû xûşk û birayên min ên mezin û biçûk, bi taybetî ji ciwanan re ev e; bixweyînin, tiştên ku dixweyînin di jîyana xwe de bijîn û emelên salih bikin. Daîma bixweyînin û hîn bibin. Bila xwendinên we di nav plan û bernameyekî de be.
Em di nav van sê mehan de bi taybetî di nav meha Remezanê de ehemmîyetekî zêde bidin camîyan, heta ku ji me tê em nimêjên xwe li camîyê bi tevî cemaetê bikin, di camîyan de Quranê bixweyînin, camîyan bi sohbetên sîyer û terawîhan şên bikin.
Xebatên xwe yên dawetê her roj ku diçe zêde bikin û belav bikin. Van sê mehan ji xwe re bikin wesîle û dawetên xwe zêdetir bikin. Vê tiştê bîrva nekin ku lazimatîya xelkê ya ji daweta Îslamî re gelekî zêde ye. Xelasî di Îslamê de ye, xelasî di hînkirin û jîyankirina Îslamê de ye.
Di van sê mehan de înfaq û sedeqeyên xwe zêde bikin. Heta meha Remezanê zekatên xwe bi temamî û bi kêmasî hesap bikin û bidin. Lê bi vana tenê nemînin. Van tiştan ji xizm, dost û cîranên xwe re jî teşwîq bikin. Daîma bila di hişê we de hebe ku îsref heram e, ji ber vê yekê ji hemû îsrafê xwe dûr bixin. Tiştê ku Xwedê emir kirîye eşkere ye: “…Bixwin, vexwin lê îsref nekin…” bila xercaneyên we di nav dengeyekî de be. Ew ê bi vê şeklê îmkana we ji înfaqa ku xêra wî gelek mezin e re çêbibe. Xeyn ji vana di vê dema ku di dinyayê de gihandina ji xwarinê re gelek zehmetî tê kişandin de, beheneyekî Misilmanan ku îsrefê bikin gerek tinebe. Di vê meseleyê de jîyana Pêxemberê me, ehlî beyt û eshabîyan baş hîn bibin. Xûşk û birayên me yên Xezzeyê ku di bin êrîş û eblûqaya rejîma îşxalker a sîyonîst de ne bînin li ber çavên xwe.
Dê û bavên biqîmet!
Hêzên şer û batil îro sazîya malbatê hedef girtine. Di gelek beş û cîhan de êrîş dikin ku sazîya malbata Îslamî ji holê rabikin, pêşîya zewaca Îslamî bigrin, bihevrebûnekî bêzewacê bikin nav civaka me û di nav ciwanên me de belav bikin. Li hember vana gelek bidîqet û hestyar bin. Sazîya malbatên xwe di nav qerarîyekî de mihafeze bikin, ferdên malbatên xwe zêdetir kontrol bikin û wan ji van zeraran mihafeze bikin. Ciwanên ku emrê wan gihaştine zewacê jî bizewicînin. Ji bona vêya jî zewacê hêsan bikin. Bingeha malbatê li ser meddîyatê lênekin, li ser menewîyat û xizmeta di rêya doza Îslamî de lê bikin. Ciwano! Hûn tercîhên xwe yên zewacê jî li ser van meddeyan bikin. Dê û bavno! Hûn jî destekê bidin van daxwazîyan, meddîyat û kêmasîyên ku mirov dikare sibe disbe temam bike mezin nekin, bûk û zavayên xwe jî bi meddeyên şiûr, îlîm, emelên salih û exlaqa xweşik tercîh bikin, ji bona ku aqûbeta xwe yên zewacê biparêzin û biqewettir bikin ji wan re bibin alîkar.
Daîma di meqama ‘hemd, şikir, sebr û tewekkûlê’ de bin. Bila xûşka me ya Xezzeyî a ku digot ‘şeş zarokên min jî mirine’ û dûre jî digot, ‘Elhemdulîllah’, ‘Hesbûnellahî wenîmel wekîl’ ji we re bibe mînak, em dibihîsin û zanin nêzê temamê micahîdên ku beşdarî operasyona ‘Tofana Eqsayê’ bûne hafizê Quranê ne û bi wê şeklê hatine perwerdekirin. Me carekî dinê jî dît ku îlîm û emelên salih du heb bingeha muwaffaqîyetê ne. Ji ber vê yekê ewladên xwe bi îlîm-îrfanê perwerde bikin. Ji gunehan xwe dûr bixin, ji heraman xwe biparêzin, ewladên bi teqwa û wek Îsmaîlê ku ji Rebbê xwe re teslîm bûye perwerde bikin.
Parastina çavan a ji heraman û tesettûr, bila di sireya ewil a rojeva we de cîh bigre. Xerabûna exlaqî û minasebetên gemar belayên herî mezin yê ku li ser serê însanîyetê hatîye vekirin e. Beşerîyeta ku tenê li pey nefsê ye, ji başîtî û qencîyên ku ew însanan dike wek însan mehrûm bûye û bûye êsîra hîsên heywanî, bi temamî plana şeytanê ye. Pîrekên Misilman! Tesettûrên xwe mihafeze bikin. Bi şekla herî xweşik xwe bipêçin. Vêya ji zarokên xwe re jî bidin hînkirin û bila ew jî wisa bikin. Zilamên Misilman! Hûn jî çavên xwe ji heraman biparêzin. Çi di alema rastî de çi jî di alema senalê de di navbera pîrak û zilaman de bila hevdîtin çênebe. Bi şîddet xwe ji vana dûr bixin. Hev nebînin, li hev nenêrin, ji hev re nenivisînin, bi hev re derdên xwe nebêjin. Sînorên ku Xwedê ji we re xêz kirîye derbas nekin. Bila gotina Bedîuzzeman Seîdê Nursî ku dibêje ‘Daîreya helalê ji kêfê re kafî ye’ ji we re bibe distûr.
Di navbera ciwanan de tîryak zêde dibe. Wek ku di hedîsê de jî derbas dibe hemû meddeyên ku hişê mirovan li ser mirovan dibe, dîya xerabîyan e. Divê li hember vêya, bi taybetî jî dê û bav bidîqqet bin. Em zarokên xwe bişopînin ku em binêrin zarokên me diçin li ku derê, bi kê re hevaltîyê dikin û çi dikin, ji bona ku wan ji van xerabîyê xelas bikin û biparêzin bikevin nav xebatekî mezin.
Misilmanên biqîmet û hevaldozên min ên ezîz!
Em di pêvajoyekî ku mesele gelek bi lez çêdibin û derbas dibin de dijîn. Her roj ku diçe em bi rojevên curbecur re rûbirû dibin. Encax em vêya zanibin ku temamê vêya tabiî û mesûm nînin. Hêzên emperyalîst ên ku ji Îslam û Misilmanan re neyartîyê dikin, ji bona menfeatên xwe yên sîyasî rojeva sûnî tertîp dikin, ew di alîyekî de bala civakê kaşê alîyê xwe yên ku dixwazin dikin, di alîyekî de jî Misilmanan û Îslamê reş dikin, xerab didin nîşandan û dixwazin ku zerarê bidin Misilmanan. Divê em jî li hember vana bidîqet bin. Em neynê ber bayê wan û xwe bi rojeva ku ew tertîp dikin re kaş nekin. Rojeva me û karên me yên ku em bi xwe tertîp dikin hene, em bala xwe bidin vana.
Sîyonîstên îşxalker ji sedsalan zêdetir e axên Fîlîstînê îşxal dike, bêhêz û bi şîddet li dijî xelkê Misilman ên li wê derê zilmê dikin. Malên wan xera dike, nabêje ew zarok-pîrek, ciwan-îxtîyar in hemûyan bi wehşîyane şehîd dike. Bi teybetî piştî operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû, qetlîamên ku di dîrokê de weka wî gelek kêm in bikartîne. Ew Xezzeya ku berê kiribûn wek girtîgehekî vekirî, niha jî bi temamî kirine cîhekî xerabeyan. Mixabin ev tiştê jî li ber çavên dinyayê bikartînin û dinya jî li hember vêya bêdeng dimîne.
Me doza Quds û Mescîdî Eqsayê, li gorî îmana xwe wek doza xwe dîtîye, me daîma micadele kir ku bila ev doz di rojeva me de be. Hemû îmkanên ku ji destê me dihat pêşkêş kir. Ji hemû tiştên meşrû re jî destekê da. Em îro jî bi heman nerînê van tiştan berdewam dikin û çi ji destê me were jî em ê bidomînin. Bi îzna Xwedê em ê van destekên xwe bidomînin. Em bi tevî vê soza xwe; Mescîdî Eqsa û Qudsê ji rojeva xwe dernexin. Ji mirovên ku dixwazin rojevê veguherînin re firsedê nedin. Em di meydanan de bin û meydanan vala nehêlin. Em di her plarformê de qala doza Qudsê bikin, ji xelkê xwe re agahîyan bidin, bi taybetî ji nesla ku nû tê re vê şiûrê bidin û wan bi vê şiûrê perwerde bikin. Ji bona vêya jî bênavber bernameyan tertîp bikin. Em ji micahîdên ku li Fîlîstînê û bi taybetî jî yên li Xezzeyê cîhadê dikin HAMAS, Cîhada Îslamî û yên dinê re duayê bikin. Ji bona ku rejîma sîyonîst operasyonên xwe bide sekinandin û di platforma navneteweyî de tenê bimîne micadeleyê bikin. Em ji malên sîyonîst û yên dinê ku ji wan re destekê didin re boyqotê bikin. Divê em wek ummetî tenê bi van tiştan nemînin. Divê xelkê welatên Misilman ên ku sînorên wan ji Fîlîstînê re hene, zorê bidin sînoran û beşdarî cîhada fiîlî bibin. Misilmanên ku sînorên wan bi wan re tinene jî xwepêşandan û boyqotê bikin, alîkarîya meddî û neqdî bikin, xwe jî bi menewî ji cîhada fiîlî re amade bikin.
Çiqas jî fetihkirina Qudsê û tunekirina sîyonîzmê zor xuya bibe jî ev ne bêumûd e. Ev tişt di dema borî de çêbû û bi îzna Xwedê ew ê di dema pêş de jî wê çêbibe. Em ji bona vêya pir bixebitin. Em mezinên ku ji me re micadeleyê, cesaretê û fethê hîn kirine baş hînbibin, xwedî li wan derekevin. Em fatihê Qudsê Ebû Ubeyde, Selaheddîn-î Eyyûbî û rêberê qîyamê Şêx Seîd baş bixweyînin. Wan ji zarokên xwe re bidin naskirin û navê wan li wan deynin. Em ji zarokên xwe yên ku hatine dinyayê û yên ku werin dinyayê re navê Selaheddîn, Seîd û Ubeyde bidin wan û wan jî li gorî navê wan mezin û perwerde bikin.
Îro li Xezzeyê bûyerên ku dilê me dişewitîne pêk têne, li çar alîyê dinyayê li dijî Misilmanan wehşet berdewam dikin. Em vêya baş zanin ku sedema van zilmên ku li dijî Misilmanan têne kirin, belawelabûna ummetê ye. Ger ku ummet di nav wehdetê de bûya, ew ê van qetlîam û zilman çênebûna. Mixabin serokên dewletên ku xelkê wan Misilman in meseleyên hesan yên di navbera xwe de jî dikin wek meseleyekî pirsgirêk, ew dibêjin ku ‘menfeatên neteweyî” û bi vê şeklê ev cudabûna wan berdewam dike û naynê cem hev û bi hev re xeber nadin. Heta ku welatên Misilmanan nebin yek, ew ê van emperyalîstan her welatekî Misilmanan an parçe parçe bike an jî ew ê serokên wan ji xwe re bike kole. Ji ber vêya ye ku Xezze niha li ber çavê welatên Mislmanan tê tunekirin û hinek serokên dewletan bêdeng dimînin, hinekên wan jî encax xeber didin û alîkarîyekî fiîlî nadin. Ev bêdengê û nedayîna destekê îşteha Emrîqa û sîyonîstan zêde dike. Divê welatên Misilman û xelqên Misilman baş zanibin ku ew ê sira were wan jî û li gorî vêya divê hazir û amade bin.
Êdî derketîye holê ku Emperyalîzm û sîyonîzm ne tenê ji bo Misilmanan, ew ji bo însaînyetê jî talûke ne. Divê hemû netewe wek Kurd, Tirk, Ereb, Faris û yên dinê haya wan ji vê tiştê hebe. Rebbê me di Qurana Pîroz de weha dibêje: ‘Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandine û me hûn kirine qewm û qebîle da ku hûn (maf û hiqûqê) hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê yê herî birûmet ew ê ku bi pêkanîna heq û mafan xwe bêhtir diparêze.’ (Hucurat:11) Divê neteweyên Misilman ji bona ku ji van fikiran re nebin êm, xwedî li xwe û li xûşk û birayên xwe yên ku ji qewmên dinê ne derkevin. Divê ew di nav şiûra ku fikra neteweperestî mirovan dibe ber parçebûnîyê de bin. Di vê çarçoveyê de divê rewşa xelkê Kurd baş bê tehlîlkirin. Divê welatên ku herêmên Kurd di nav xwe de dihewînin, tenê menfeatên xwe yên netewî nefikirin, di bin esasa edalet û biratîyê de hereketê bikin û mafên welatîyên Kurdan jî teslîmê wan bikin. Di çar parçeyên ku Kurd li wê derê dijîn de gelek zilm hatine kirin, sirgûn hatine kirin û zimanê Kurdî hate qedexekirin, ka bi vê şeklê çi ket destê we? Pêvajoya ku di bin cezakirin û zextê de hatîye kirin, mixabin Emrîqa û bi tevê wî jî sîyonîstan di herêmê de kirîye xwedî gotinê, ji wan re sehayekî hereketê vekirîye û bûye sedema cîhgirtina di nav welatên Misilmanan de. Divê welat û serokên Misilmanan, êdî mafên ku bi salan e Kurd heqên xwe digerin nas bikin, ji bona ku hemû alî di zemînekî de werin cem hev gavekî bavêjin. Divê meseleyên xwe hewaleyê emperyalîstan nekin. Divê navên xwe di nav dîrokê de li alîyê zaliman nenivsînin, bila navê xwe di nav navên adilan de binivisînin. Divê Kurd jî nirxên xwe yên esil biparêzin, wek bapîrên xwe Selaheddîn-î Eyyûbî û Şêx Seîd beyreqdarîya Îslamê bidomînin. Divê planên kafir û emperyalîstan a derheqê wan de mexlûb bikin.
Di wexta ku dua têne qebûlkirin de me jî ji duayên xwe mehrum nekin. Emanetê Xwedê bin.
Birayê we Edîp Gumuş.”