Ji sazîyên xêrê ji bo erdhejzedeyan şêranîya germ

Sazîyên xêrê li herêmên erdhejê bi şe û roj xebatên xwe yên xêrê didomînin.

Li Semsûrê ku di erdheja navenda Mereşê de wêraniyeke mezin hat jiyîn, Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO-EBRARê şîrînayî pêşkêşî mexdûrên erdhejê kirin.

Li Semsûrê ku yek ji bajarên ku wêranî lê hat kirin, ji bo birînên erdhejê bên dermankirin xebat tên kirin.

Di dema ku xebatên enqazê dewam dikin de, pêdiviyên welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine tên temînkirin.

Ji roja ‘ewil a erdhejê vir ve 4 saziyên alîkariyê yên birayên ku li bajarên ku wêran bûne şorbe vekirine ji mexdûrên erdhejê re xwarinên germ, xwarin, sobe, betanî û pêdiviyên curbecur belav dikin.

Li Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê qazanên şîrînahîyê hatin çêkirin.

Rêxistinên alîkariyê her cure malzemeyên ku pêdiviya mexdûrên erdhejê hene radigihînin.

Xebatên STKyên Îslamî yên li herêma erdhejê bênavber berdewam dikin.

Sazîyên xêrxwaz li benda piştgiriya xêrxwazan in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin