Ji ser qetilkirina 24 kesên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin 29 sal derbas bûn

PKKyê ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve gelek zêde qetlîaman li herêmê kiriye, roj hat li meydanên gundan zêc û zarok, ciwan û extîyaran bi şikleke girseyî qetil kir û roj hat di ser mizgeftan de girt û êrîşên hovane û wehşî tertîp kir.

Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li Tirkîyê bûn destpêka qonaxeke nû.

Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.

PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd, di 18ê Tîrmeha sala 1993yan de êrîş bir li ser Zozana Sundusa ku li navçeya Miksa Wanê. Di êrîşên wê rojê yên ku ji teref PKKê hov û wehş ve hatin kirin de 14 jê zarok, 24 kes hatin qetilkirin. Di ser vê qetlîamê de 29 sal derbas bûn, lêbelê êş û elema qetlîamê hêj nehatiye jibîrkirin.

Salvegera vê qetlîama ku ji teref PKKyê hov û wehş ve hat kirin dîroka bi xwîn a PKKê cardin anî bîran. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye