Dema ku şoreşa gel a Kurdistanê ya ku Mela Mistefa Barzanî jê re serokatî dikir piştî xerabûna mutabaqata 1970yî, li Qeladizê belav bû. Ji ber ku li Qeladizê jî gel li hember rejîma Baas rabûn, rejîm êrîşî wan kir. Dema ku 24ê Nîsana sala 1974an nîşan dida rejîme Baasê bi 4 balafirên şer bajara Qeladizê bi bombeyên fosfor û napalmê bombebaran kirin û 123 kes qetil kirin. Wê rojê ji ber êrîşa ku hat kirin 250 kes jî birîndar bûn.