Ji ser qetlîama Sînemaya Amûdê 62 sal derbas bûn

Berî vê 62 salan di şewata ku li Amûdeya Kurdistana Rojava di sînameyê derket 282 zarokên Kurd wefat kirin.

Îro salvegera qetlîama ku li bajarê Amûdê hat kirin e. Berî vê 62 salan dema ku dîrok 13ê Mijdarê nîşan dida li Amûdê di salona sînemayê ya ku lê nêzî 500 zarok hatibûn civandin şewat derket. Dema ku zarokên di sînemayê de hewl dan derkevin dîtin ku derî bi ser wan de hatiye girtin ku ji ber vê yekê îzdîhamek pêk hat.

Di encama vê bûyera ku wê rojê derket de 282 zarokên Kurda bêsûc û bêguneh bi şewata agir jiyana xwe ji dest dan. Êş û elema wê rojê digel ku di ser re 62 sal derbas bûbe jî nehat jibîrkirin û birîn qemûşk negirt.

Wê demê karesatê bi dehan xalên pirsê hiştin. Ji ber ku yek ji teknîsyenên sînemayê nemiriye û lêpirsîneke cidî nehatiye vekirin, îdiayên ku şewat bi qestî hatiye pêxistin teze dihêlin.

Li gorî hinek îdiayan tilya îstixbarata Sûriyeyê ya mûxebaratê di vê komkujiyê de hebû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Serokatiya Herêma Kurdistanê der heqê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Güney Kürdistan'da nüfus sayımının ön sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan Parlamentosu seçimlerinin resmi sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan'da milletvekili seçimleri için halk sandık başına gitti
Neçirvan Barzani bugün Ankara'ya geliyor