Berî vê 36 salan dema ku dîrok 14ê Nîsanê nîşan dida êrîşeke hovane li ser gelê Kurd ê mezlûm de hat destpêkirin.
Van êrîşên hovane 3 sal dewam kirin, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rû da, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Di encamê de 182 hezar kesên Kurdistanî hatin kuştin, ji 4 hezar û 665 gundên başûrê Kurdistanê 4 hezarê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku hatibû avakirin, nema. 3 hezar camî, 2 dibistan, 310 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cî û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê kedî neman. Dema leşkerên Seddam devikên bendava Dukanê vekir, bi sedan gund, xanî, mal û zevî di binê avê de man.
Di 14 Nîsanê 1988î de Serokê Iraqê yê berê Sedem Huseyîn dest bi komkujiya gelê Kurd kir. 14ê Nîsanê yê ku tê de komkujî hatin kirin li Başûrê Kurdistanê wek Enfalê hatiye binavkirin.
Di encama karesata Enfalê de jin, keç, zarok, mêr û pîr di nav de tev de 182 hezar kurd hatin qetilkirin.
Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.
Pêla dawî ya Enfalê di 23ê reşemiyê 1988î de li dijî kurdan li Silêmaniye dest pê dike. Li (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6ê îlonê 1988î de li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê tu wargehekî kurdan nayê hiştin, tev tên wêrankirin.
Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd. gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên qetilkirin û hinek ji wan jî direvin Îranê û Tirkîyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182 hezar kurd hatine qetilkirin an windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin.
Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Piştî têkçûna sazûmaniya Bees li seranserê Iraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Rejîma Bees di sala 1983ê de 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl û esîr digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên Feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze îradeya gelê Kurd ji holê rabike.
Parlementoya Kurdistanê, 14ê Nîsanê wek bibîranîna Qetlîama Enfalê îlan kiriye
Komkujiya Helebçeyê, êrîşek ji operasyonê 'Enfalê' bû. Tê gotin ku nêzî 200 hezar kurd, di çarçoveya êrîşên Enfalê de hatine kuştin. Qetlîama han heta dereng ji aliyê camiaya navneteweyî nehat dîtin. Lewra wan zemîna qetlîamê hazir kiribû. Gava ku karê Sedam xelas bû, zilamê nayêxwestin hat îlankirin, komkujiya Helebçeyê ket rojevê.
Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyewî hê jî li bajêr didome.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî , ji bo bombeyên kîmyewî li Helebçê û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû. Her wiha ji ber bombeyên kimyewî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qirq, kezeb û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kimyewî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Sedem Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîed ê bi navê 'Eliyê Kîmyevî' bûn. Her du hatine girtin û Sedam Huseyn di 31'ê kanûna pêşîn a 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kimyewî jî di 25'ê kanûna paşîn a 2010'an de hat daleqandin.(ÎLKHA)