Yapiciogluyê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir wiha got: "Piştî Entabê xebereke din ya xemgîn ji Dêrika Mêrdînê hat. Ev qetlîam in, ne qeza ne. Xwedê dawîyame bi xêr bigerî ne. Înşeallah windahiyên can zêde nebe. Kesên wefat kirine Xweda rehma xwe lêke, em sersaxiyê ji malbatên wan re û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin."
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya HUDA PAR’ê ya Bajarê Mêrdînê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Em ji xuşk û birayên me yên ku li Dêrikê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin. Serê malbatên wan sax be. Rebbê ‘alemê şifaya xêrê bide birîndaran."