Ji teref Şaxa Ciwanan a Bajara Stenbolê ya HUDA PARê ve ji bo mîhrîcana îlahîyan dawet

Hayrullah Seçenê Serokê Şaxa Ciwanan a Bajara Stenbolê ya HUDA PARê, xelqê Stenbolê dawetê mîhrîcana îlahî-sirûdê ya ku dê di 16ê Cotmehê roja Yekşemê were lidarxistin kir.

Şaxên Ciwanan ên Bajara Stenbolê yên HUDA PARê ew ê di 16ê Cotmehê roja Yekşemê di saet 14.00an da li Meydana 15ê Tîrmehê ya Zeytînburnuyê de mîhrîcana îlahî-sirûdê li dar bixin. Di mîhrîcanê de hunermend Selami Guneş, Ender Tekîn, Nurullah Kuray, Ferdî Kalkan, Harun Beyaz û Omer Kilinç dê îlahî û sirûdan bibêjin.

Hayrullah Seçenê Serokê Şaxa Ciwanan a Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê der barê mîhrîcanê de weha got, "Serdema ku em tê de dijîn, serdema kêf û lezê ye. Mexdûrên vê serdemê bi taybetî jî ciwan in. Mixabin tê xwestin ku ciwanan mehkûmî jiyaneke dûrê bawerî û nirxên xwe dikin. Mixabin bi konser û çalakiyên bi vî rengî yên li gorî nirxên şaristaniya me tên lidarxistin, tê xwestin ku krîza exlaqî kûrtir bibe û ji aliyê exlaqî ve xera bibe."

Seçen diyar kir ku ew wek şaxên ciwanan ên HUDA PARê xwe ji avakirina civakeke li gorî nirxên şaristanî û baweriyê berpirsiyar dibînin û weha got, "Em her tim amade ne ku ji bo avakirina hawirdorên bi vî rengî berpirsyariyê bigirin ser xwe. Bi taybetî jî yên ku bi nirxên me yên manewî re li hev dikin, di vê wateyê de bi taybetî jî ciwan dikarin di çerçoveya helal de, di warê manewî de kêfê bikin. Em dizanin ku pêwîstiya derdorên ku tê de hişmendiya koletiyê tê bibîranîn zêde bûye. dikare zindî bimîne, hem jî hiqûqa biratiyê ava bike û misoger bike."

Seçen di dawîya axavtina xwe de got ku ew hêvîya hemû xelqê Stenbolê ne ku beşdarî mîhrîcana ku dê roja Yekşemê saet 14.00’an li Qada 15’ê Tîrmehê ya Zeytînburnuyê pêk bînin e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye