Ji welat û sazîyan derheqê êrîşa li nexweşxaneyê de daxuyanî

Doh di seatên êvarê de ji teref rejîma îşxalker a sîyonîstê hov ve bi bombeyan êrîş li nexweşxaneya Baptîst a El Ehlî ya li Xezzeyê hat kirin. Di encama êrîşê de ji 600î zêdetir sîvîl şehîd bûn.

Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Îtalyayê Antonîo Tajanî li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand û di daxuyanîya xwe de weha got, “Ez ji ber mirîyên di Nexweşxaneya el-Ehlîla li Xezzeyê di nav êş û dehşetê de me. Parastina xelkê sîvîl, di dema pevçûnê de jî mitleqe pêşîvanî bibe.”

Wezareta Karên Ewrupa û Derve yê Slovenyayê jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Em li hember xebera mirina bi sedan sîvîlên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hene ya li Xezzeyê şaşwazî bûn û ketin nav dehşetê. Divê nexweşxane û dibistan ti dem hedefên êrîşan nebin. Slovenya bang dike ku divê ji hiqûqa însanî ya navneteweyî re rûmet bê nîşandan. Divê ti dem sîvîl neynê hedefgirtin, wek rehîna an jî mertalê neynê bikaranîn.”

Serokê UNICEFê jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û weha got:

“Ez li hember xebera mirina bi sedan sîvîlên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hene ya li Xezzeyê şaşwazî bûm û ketim nav dehşetê. Êrîşên ji sîvîlan û ji binesazîyan re tênê kirin ti dem nayê qebûlkirin û divê bi lez dev ji êrîşan bê berdan. Her zarok di her cîhê de aştîyê heq dike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî