Jiber Coronavîrusê 19 kesên din canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 19 kesên din canê xwe ji dest dan û bi hezar û 412 kesê din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir rêjeya hefîtyeke borî hezar û 245 bû û dû re wiha got: “Lêç belê hejmara weqayên me yên nû 1400î derbas kir. Di 3yê Tebaxê de rojane 41 hezar  test dihat kirin, îro li ser 92 hezarî test hatin kirin.”

Li gorî daneyên Wezaretê li Tirkîyê heta niha 6 hezar û 58 ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 254 hezar û 520 kes jî bi vîrusê ketin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî