Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbûllah (Şehîd Huseyînê Mala Welî) 3

Ji gelê Kurdistanê gelek kesên hindik mekteb dixwendin, ji van kesan jî gelek kesên hindik diçûn Zanîngehê dixwendin, di demeke wisa de xwendina wî a li Zanîngeha Siyasetê, di serî kekên wî li ser ‘eqrebayên wî tesîrek mezin çêkiribû.

Jiyana Wî a Perwerdehiyê

Şehîd Rêberê, zaroktiya xwe li gund derbas kir. Neh saliyê xwe de malbata wî koçî Êlihê kirin û li Mehella Hurriyetê bi cî bûn. Di heman salî 1961 de dest bi mektebê kir.

Dema ku bavê wî û Kekê wî Hecî Miheme ku bîst sal jê mezintir bû wî dibin qeyda wî li mektebê çêkin, îdara mektebê ji ber ‘umrê wî mezin e naxwaze qeydiya wî çêke. Dema bavê wî û kekê wî israr dikin, îdare dibêje emê ji bo dembihurekî qeydiya wî çêkin û li rewşa wî binêrin heger zû bi hevalên xwe re were astekê û hînê xwendin û nivîsandinê bibe emê wî qebûl bikin. Pey çend hefteya kekê wî tê û rewşa wî ji mekteba wî dipirse û dibîne ku gelek jê razî ne. Pey ku Mekteba Seretayî diqedîne bavê wî û kekê wî naxwazin wî bişînin mektebê. Lê belê mamosteyê wî gelek israr dike û dibê: Teqez divê ev zarok bixweyne, gelek zîrek û bi qabiliyet e, digel ‘umrê xwe tiştên ku yekî di heyretê de dihêlin dibêje, heger ku hûn wî nedin xwendin ezê bi xwe qeydiya wî çêkim. Li ser vê yekê qeydiya wî li mekteba navîn çêdikin.

Şehîd Rêber; mekteba seretayî li Mekteba Seretayî a Devrîmê xwende. (vêga navê bi Mehmet Akîf) hatiye guherandin û ji vir di sala 1966an de bi dereceya gelek baş mezûn bû.

Di wê dema ku însanê herêmê bi mekteban îtîbar nedikirin û mercên aboriyê gelek giranbûn de Şehîd Rêber xwendina xwe domande û di sala 1966an de li Mekteba Navîn a Sîte a Êlihê qeydiya xwe çêkir.

Mekteba Navîn li vê derê bi dereceya ji 10î 9 qedande. Di heman salî de qeydiya xwe li Lîseya Êlihê çêkir. Lê belê di 20 Mijdara 1969î de ji vir tesdîqnameya xwe girt û di 25ê Mijdara heman salî li Lîseya Mebîtîa Mêrdînî qeydiya xwe çêkir.

Lîseyê, li Lîseya Mebîtî a Mêrdînê xwende û yekê meha Temmûzê de ji vê mektebê mezûn bû. Me’lûmatên wî yên di dosya wî a li vê mektebê di sala 1973î de di 30iyê meha Sibatê de hatiye şandin Fakulteya Me’lûmatên Siyasî a Zanîngeha ‘Enqara yê.

Şehîd Rêber, heqê xwendina li zanîngehê bidestxist û li Fakulteya Me’lûmatên Siyasî a Zanîngeha ‘Enqara yê dest bi xwendinê kir. Ev mekteb bi navê Mulkiye meşhûr bûye. 

Şehîd Rêber, hê di biçûktiya xwe de xwedî baweriyeke Îslamî bû û ‘îbadetên xwe dikir. Di demên ku di mekteba seretayî de dixwende ji xwendin û nivîsandinê re meraqa wî çêbibû û ji rojnameyên mehellî re nivîsên xwe şandibû. Bi perê dikete destê wî rojnameyên rojane dikirî û dixwende. Dema li Mêrdînê dixwende di rojnameya dîwarê a mektebê de gotaran nivîsandibû û di kovara ku mektebê derdixiste de helbestên wî hatibûn weşandin.  

Di Tirkiya salên 1970î de ku Şehîd Rêber, qeydiya xwe li Siyasalê çêkiribû, li zanîngehan minaqeşeyên fikrî yên pir hebûn. Fakulteya Zanîna Siyasetê kelha çepgîran bû û navenda minaqeşeyan bû. Mektebeke wisa bû ku tê de îdeolojiyên beşerî û çepgîr bi taybetî jî Marksîzm û Materyalîzm dihat hînkirin û serekên çepgîr jê derdiketin. Ji ber vê yekê Şehîd Rêber ji carekî ve xwe di nav atmosfereke fikrî a tund de dî. Wê demê hejmara Musulmanên bi şi’ur û zana di zanîngehan de hindik bûn. Di mektebeke ku tê de minaqeşeyên fikrî gelek dihatin kirin de xwendina bi kesayeteke Îslamî gelek zor û bi pirsgirêk bû. Zoriya parastina baweriya Îslamî a ku bi mirov re heye û pratîze kirina wî dihat jiyandin. Şêhîd Rêber jî zarokê malbateke Musulman a ‘urfî bû, hissiyatên dînî pê re hebûn lê şi’ur zanîna wî a di derbarê dîn de hê tê ra xwe bi pêşneketibûn, wek xortekî bingeha wî a fikrî hê gelek kêm e li Siyasalê dest bi xwendinê kir.  Ji bo di rewşeke wisa meğlûb nekeve bi ‘ezmeke mezin dixebitî, ji bo ku kêmasiyên xwe yên fikrî û ‘eqîdewî telafî bike gelek xwe dida ser xwendinê.

Ji ber vê yekê hê sala wî a yekem bû jî, biryar da ku salekî navber bide mektebê û Rîsaleyên Nûr bixweyne. Kulliyatek ji xwe re kirî û çû gundê Xiro a ku lê hatibû dinyê. Salekî kamil serê sibê diçû şikefteke dervî gund û Rîsaleyan dixwende û pey re jî êvarê vedigeriya malê. Pey salekî navber dayê dîsa dest bi xwendinê kir. Li hember fikrên dî bi Rîsaleyên Nûr adeta xwe teqwiye kiribû. Ji ber vê yekê di bingeha bawerî û fikriyata Şehîd Rêber de Rîsaleyên Nûr hene û bi vê wesîleyê Cema’etê jî ji Rîsaleyan nesîbê xwe girtiye.  

Ew bi xwe bûyerê bi vî awayî qisset dike: “Min rahişt Kulliyata Rîsaleyên Nûr û ez çûm gund. Salekî kamil, li çiyayên dora gund min Rîsale xwende. Hetta dema ku min radihişt kîtabê xwe û derdiketim dervî gund gundiyan digotin: “Dîsa kurê Mala Welî rahişte kîtabên xwe û derket çiya.”

Şehîd Rêber, pey salekî dîsa vegeriya xwendina xwe. Li Zanîngeha xwe jî qet minaqeşeyên fikrî û xebatên teblîğê kir. Wê demê telebeyên çepgîr hewl didan ku li zanîngehê tesîra xwe sazbikin û gav û êrîşên ku dixwestin Musulmana pê bitirsînin bikin. Demekî komeke telebeyên çepgîr êrîşê mebîta ku Şehîd Rêber jî tê de dimîne dikin. Hevalên Rêber di nav xwe de dibêjin: “Em di nav hev de vê rewşê îstîşare bikin û em biryarekî bidin ka bê emê çi bikin.” Şehîd Rêber, bi sîleha xwe ya li balê ji pacê serê ‘ewil cewaba êrîşê dide, kesên ku êrîş dikin direvin. Şehîd Rêber dikeve hundir û sîleha xwe dideyne ser masê û dibê: “Vêga em dikarin îstîşare bikin, wê demê em nikaribûn îstîşare bikin lewra em di bin barîna gulleyan de bûn.”

Ji gelê Kurdistanê gelek kesên hindik mekteb dixwendin, ji van kesan jî gelek kesên hindik diçûn Zanîngehê dixwendin, di demeke wisa de xwendina wî a li Zanîngeha Siyasetê, di serî kekên wî li ser ‘eqrebayên wî tesîrek mezin çêkiribû. Ji ber vê yekê dixwestin ku zû mekteba xwe biqedîne û dest bi wezîfê bike. Di wê demê de ji nav malbatê mezûnekî Siyasalê derketina û bibûna mufettîşê maliyê, qeymeqam, walî û xwedî meqamekî bilind bûyereke mezin bû ji bo malbata Şehîd Rêber û di nav ‘eqrebayên Şehîd Rêber de hêviyeke di vê derbarê de ji Şehîd Rêber hebû. Lê belê Şehîd Rêber, bi bandora ‘ilmê xwe yê Îslamî ku roj bi roj bipêşdiket û mercên ku gelê Musulman têdebûn nedixweste ku di saziyên dewletê de wezîfe bigre, dixweste ku xwe bide ser têkoşîna Îslamî û domandina wî.  Pey ku dest bi mektebê kiribû ev fikir tê de pirtir cî girtibû û di demên dawî yên zanîngehê de tam tê de xwiya bibû. Ji ber vê yekê nedixweste ku zû mezûn bibe û mektebê dirêj dikir. Şehîd Rêber, di sala 1980î de ji zanîngehê mezûn bû. Pey mezûniyeta xwe di saziyên dewletê de wezîfe negirt û temamî dema xwe da têkoşîna Îslamî. Ji ber ku pey mezûniyeta xwe di saziyên dewletê de wezîfe negirtibû hêviyên gelek ferdên malbata xwe şikandibû.

Şehîd Rêber, dema li zanîngehê dixwende, di nav xortên Musulman de bi awayê aktîf fe’eliyetan dikir. Li Enqera li mebîta teleba a li mehella Yûkari Ayranci dima. Pey ku zewicî demekî li Demetevler li blokekî di Sîteya Ozelîf de bi kirê rûdinişt. Kesên li wan blokan rûdiniştin bi piranî dîndar û muhafezekar bûn. (bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.