Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê canê xwe ji dest da

Li Dîyarbekirê karkereke ku ji qata 13emîn ket xwarê û giran birîndar bû di nexweşxaneya ku hat rakirin de canê xwe ji dest da.

Bûyer, doh di dema nîvroyê de li Taxa Firata Kayapinarê qewimî.

Li gorî îddîayan, C.A.yê ku ji bona îzolasyona înşaetekî çêbike derketibû bana avahîya 13 qatî, di banê de hevsengîya xwe winda kir û ket ‘erdê.

Ekîbên ku li ser xeberdayîna karkeran hatin cihê bûyerê, midexeleya ‘ewil ji karkerêku ket ‘erdê re kirin, lê C.A. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

C.A.yê ku canê xwe ji dest da, ji bona ku bê otopsîkirin hat birin Sazîya Tipa Edlî û polês jî derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye