Karwana Hêvîyê bi temaya “Qurbana We Bila Bibe Hêvî” xebatên xwe yên qurbanê da destpêkirin

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ya ku her sal bi xebatên xwe yên alîkarîyê ji bi hezaran kesên feqîr û jar re dibe alîkar îsal jî ji ber hatina Îda Qurbanê xebatên qurbanê da destpêkirin.

Serokê Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê xebata ku hatiye destpêkirin de ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê mijarê de destnîşan kir, ew li benda bexşên xêrxwazan in.

“Nêzî 10 hezar malbat bendewar in ku ji wan re alîkarî bê kirin”

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew sala borî di îda qurbanê de ji 7 hezar û 500 malbatî re alîkarîya goşt kirine û dû re wiha got: “Wek her sal em ê îsal jî bi temamê tecrubeya xwe fealîyetên xwe yên qurbanê bi rêve bibin. Amadehîyên me hema hema li ber qedandinê ne. Em ê digel dildar û endamên xwe dîsa di Îda Qurbanê de ji kesên feqîr û jar û mixtac re bibin alîkar.Nêzî 10 hezar malbat bendewar in ku ji wan re alîkarî bê kirin. Xweda nesîb bike em ji ber coronavîrusê tevdîrên pêwîst bistînin û bi saxîya xêrxwazan ji wan re bibin alîkar.”

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de banga kirina alîkarî û dayîna qurbanan a ji bo komeleya wan li xêrxwazan kir û dû re wiha got: “Em li benda alîkarîya xêrxwazan in. Xweda nesîb bike hedefa me ew e ku em ji 20 hezar malbatî re karibin alîkarî belav bikin.Sala borî me ji 7 hezar û 500 malbatî re goştê qurbanan belav kiribû ku îsal me niyet anîye ku em ji zêdetirî 10 hezar malbatî re alîkarî bikin.”






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye