Karwanê Hêvîyê ji bo erdhejzedeyên Hetayî bû hêvî

Karwanê Hêvîyê bi Navenda Koordînasyonê ya Erdhejê ya ku li navenda Hetayê saz kir alîkarîyên xwe ji bo malbatên erdhejzede didomîne.

Karwanê Hêvîyê digel sazîyên alîkarîyê yên bi navê IHO EBRAR, Avrupa Yetim Eli û Weqfa Yetîman ji roja ewil a erdheja ku navenda wê Mereş bû û bû sedema mirina bi dehhezaran însan li sehayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Karwanê Hêvîyê bi Navenda Koordînasyonê ya Erdhejê ya ku li navenda Hetayê saz kir rojane ji 10 hezar kesî re xwarina germ belav dike û her wisa ji erdhejzedeyan re alîkarîyên cûrbe cûr dike.

Mehmet Refîq Menteşê Koordînatorê Hetayê yê Weqfa Karwana Hêvîyê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref weqfa wan û wan sazîyên bira ve li sehayê tên kirin de nirxandinek kir û got: “Me ji xwe re kiriye hedef ku em xebatên xwe li vê derê heta dawîya meha Remezanê bidomînin. Em li vê derê hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar. Em li vê derê rojane 10 hezar kesane xwarina germ ji erdhejzedeyan re belav dikin. Ji bo ku ev alîkarî berdewam bikin divê xêrxwaz di vî warî de ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin