Karwana Hêvîyê ji karkerên zireatê yên ku ji ber lehîyê zirar dîtin re alîkarî kir

Ji ber lehîya ku berî vê rojan li navçeya Seferîhîsara Enqereyê rabû gelek karkerên zireatê zirar dîtin.

Ji ber lehîya ku rabû konê karkeran di bin avê de ma û temamê firax û amûrên wan ên ku ji bo jiyana rojene lazim bûn di ber avê re çûn.Karwana Hêvîyê ji van karkerên zireatê yên ku ji ber lehîyê zirar dîtin re alîkarî kir.

Temsîlkarê Karwana Hêvîyê Ahmet Gorcegiz û lijneya pê re pêkve çûn serdana karkeran û derd û kûlên wan guhdar kirin.

Gorcegîz piştî alîkarîya ku hat kirin re derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir: “ Li herêma ku birayên me yên karkerên zireatê lê diman lehî rabû. Ew bes xwe xelas kirin, wekî din temamê tiştên wan di ber lehîyê de çûn. Em li ser navê Karwana Hêvîyê hatin vê derê da ku em ji wan re alîkarîyan bikin. Divê dewlet jî ji di vî warî de gavina bavêje. Heta ji me tê em ê ji van birayên xwe re bibin alîkar.”


























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin
Li Efxenistanê wesayît ket nav çem: 6 mirî
Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû