Karwanê Hêvîyê li Amedê alikarîya qirtasiyeyê bi dehan xwendekaran kir

Karwanê Hêvîyê li Diyarbekirê ku destpêka sala perwerdehiyê ya 2024-2025an nêzîk dibe ji bo zarokên di temenê dibistanê yên hewcedarin de ji bi sedan xwendekaran re alîkariya qirtasiyeyê kir.

Karwanê Hêvîyê ya Komeleya Diyarbekirê, ji bo xwendekarên muxtacin xebatên alîkariyê li dar dixe, xwendekarên ku wê di sala nû ya perwerdehiyê de dest bi dersê bikin jî ji bîr nekir.

Alikarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Komeleya Diyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz der barê xebatên alîkariyê yên qirtasiyeyê de daxuyanî da û teşekkur li kesên ku piştgirîyê didin wan kir.

Karadenîz wisa peyivî, “Emê alikarîyê li malbatên muxtac ku li cem me qeydkirîne dikin. Emê îro alikariyê 250 xwendekaran bikin û hefteya were jî emê alikariyên xwe bidomînin. Em bi alikarîya xwerxwazên xwe van xebatan dikin. Em teşekkur li wan kesên ku alikarên me ne dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn