Karwanê Hêvîyê ji bo Xezze û Libnanê banga alîkarîya zivistanê kir

Karwana Hêvîyê, ji bo xebatên zivistanê ku ji xelkê Xezze û Libnanê ku diçarê qetlîamên rejîma îşxalker dibin bikin bang li xêrxwazan kirin.

Qirkirina ku sîyonîstên îşxalker ev salek e li Xezeyê dikin bênavber dewam dike. Îşxalkerên ku piştî Xezzeyê li Libnanê qetlîamên xwe berdewam kirin, bi milyonan însan koçber kirin û bi deh hezaran ji wan qetil kirin.

Bi milyonan kesên ku ji ber êrîşan ji cih û warên xwe bûne û li qadên jiyanê yên giştî û konan micadeleya jiyanê didin, li benda alîkarîyê ne ku bigihêjin wan.

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran diyar kir ku ji ber destpêkirina zivistanê bi milyonan însan bi şert û mercên xerab û diwar ên zivistanê re rûbirû bimînin, derheqê vê bûyerê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Êrîşên qirkirinê yên îsraîlê yên li Xezze û Lubnanê dewam dikin. Zivistan li pêşîya me ye, şert û mercên zivistanê dest pê dikin. Bi taybetî li Xezzeyê 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Her çend herêma ku lê dijîn terk nekin jî, li Bakur li qadên gelemperîyê û bajarên konan hewl didin ku bijîn. Li Libnanê 1,5 milyon kes neçar man ku ji başûr ber bi bakur ve koç bikin, hinek jî neçar man xwe bispêrin welatên cuda. Birayên me yên ku çûne bakur hewl didin di kon û qadên jiyana kolektîf de jiyana xwe bidomînin.”

Kurtaran weha îfade kir, “Weke Kerwana Hêviyê em dixwazin di van şert û mercên zivistanê de destê alîkarîyê dirêjî birayên xwe yên li wir bikin. Ji ber vê sedemê em xêrxwazên xwe gazî pakêta zivistanê ya ku tê de nivîn, kelpîç, kon û pêdiviyên jiyanê hene dikin. Weke Kerwana Hêvîyê em banga alîkarîya cilûbergên zivistanê dikin ku em ê bi dirûşmeya 'Botek, Montek’ ji bo xwişk û birayên xwe yên li welat û derveyî welat dest pê bikin. Em dixwazin xwe bigihînin birayên xwe yên li Efxenistan, Sûrîye û gelek welatên din. Em dixwazin di zûtirîn dem de alîkarîyan bigihînin, bi taybetî ji birayên xwe yên li Filistîn û Lubnanê re. Ji ber vê yekê em xêrxwazên xwe banga hestyariyê dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye