Karwanê Hêvîyê li herêmên erdhejê xebatên xwe didomîne

Cafer Okmenê Alîkarê Serokê Giştî yê Karwanê Hêvîyê diyar kir ku ew ji 6ê Sibatê roja erdhejê heta niha li Semsûrê ne û xebatên xwe didomînin.

Okmen diyar kir ku ew gerên xwe yên li herêmên erdhejê didomînin, hemû nexweşîyên li herêmê ji holê radikin û ji bona ku hewcedarîya welatîyan bi cîh bînin xebatek dikin û di nav wê xîretê de ne.

Okmen li Semsûrê welatîyên ku ji ber erdhejê mecbûr mane ku di nav konan de dijîn zîyaret kir, kolîyên xwarinê yên ku amade kiribûn ji wan welatîyan re belav kirin.

Okmen diyar kir ku ew ji ber nêzbûna Îda Qurbanê xebatên xwe û hazirîyên xwe didomînin, dûre jî Okmen weha axivî, “Em wek Karwanê Hêvîyê li Semsûrê ne. Li Semsûrê xebatên me yên bi mehan e hêj didome. Meha Remezana borî jî xebatên me û fealîyetên me hebûn. Bê navber belavkirina xwarinê me didomin. Me niha jî belavkirina xwarinê kir. Em hazirîya Îda Qurbanê li ev derê dikin. Ger ku Xwedê bike nisîb em ê di serî de li Semsûrê dûre jî li hemû herêmên erdhejê qurbanên xwe jêbikin. Em ê qurbanên ku xêrxwazên me bexşên me kirine bighêjînin birayên xwe yên erdhejê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin