Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo Îdlîbê 2 TIR alîkarî şand

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo Îdlîba ku lê qeyrana însanî berdewam dike 2 TIR alîkarî şand.

Ji ber êrîş û bombebaranên ku ji teref rejîma Sûrîyê û Rûsyayê ve li Îdlîbê tê kirin bi hezaran kesên sîwîl ji Îdlîbê koç dikin û berê xwe didin sînora Tirkîyê û hewl didin di bin şert û mercên giran de bijîn. Ji teref Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ve ji bo Îdlîbîyan ku ji ber bomberanan koç kirine alîkarî hat şandin.

Derbarê mijarê de ji teref Abdurrahîm Karadenîzê rayedarê Kerwana Umûdê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Karadenîz di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wisa got: “Me ji bo xelkê Îdlîbê yê mexdûr kampanyeke bi navê ‘montek botek’ dabû destpêkirin. Me van alîkarîyên  mont, bor, xurek, batanîye û yên mîna wan berhev kir û li TIRan bar kir. Me ji Diyarbekirê 2 TIR û ji Edenê jî TIRek alîkarî şand Îdlîbê.Bi izna Xwedê em ê alîkarîyên xwe ji bo Îdlîbîyan belav bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.Înşallah ew ê alîkarîyên me bo Îdlîbîyan berdewam bikin.

ÎLKHA












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da