Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin V. Î. yê 25 salî ji bo hênik bibe ketiye çem. Piştî demekê ew winda bû.
Welatiyên ku ji wî xeber nestandin ji polês û ekîbên tenduristiyê re agahîyê dan.
V. Î.yê ku piştî lêgerîneke ji aliyê ekîba kendalê ya ku hat cihê bûyerê ve ji avê hat derxistin, ew digel hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.
Cenaze ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hat rakirin. (ÎLKHA)