Kesên ku ji Îdlîbê koç dikin di bin şert û mercên giran ên zivistanê de hewl didin bijîn

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Kesên ku ji Îdlîbê koç kirin niha di bin şert û mercên giranên zivistanê de hewl didin bijîn.”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanîyek belav kir. Saglam di daxuyanîya xwe ya rojeva derve de derbarê mijarên mîna şerê navxweyî ya li Lîbyayê, banga agirbestê ya ku ji bo Lîbyayê hat kirin û qetlîama heywanan a li Avustralyayê de nirxandinên balkêş kir.

Temamê metna nirxandina rojeva derve ya ku ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve hat kirin wisa ye:

Rewşa nebaş a li Îdlîbê

Li wê Îdlîba ku di pêşîvantîya welatên garantor de wek herêma ku lê pevçûn nayê kirin, ji ber êrîş û pevçûnan bi sedan kesên sîwîl canê xwe ji dest dan ku van rojan pêvajoyeke nû ya bêpevçûnîyê dest pê kir. Ji wê Îdlîba ku berî niha wek herêma bêpevçûnîyê hat îlankirin û di rêya çareserîya bi rêya muzakerê de ji bo ewlehîya sîwîlan, şerê navxweyî  bû hêvîyek heta niha 380 hezar kes hatin ber sînora Tirkîyê.

Kesên ku ji Îdlîbê koç kirin niha di konên ne saxlam de di bin şert û mercên giran  ên zivistanê de hewl didin bijîn ku ev kon bi xwe jî têra wan penaberên ku Îdlîbê terk dikin nakin. Ji bilî problema strînê her wisa problemên mîna xûrek, cil û berg jî rû da ne ku ev yek bi xwe jî dibin sedema nexweşî û mirinan. Li wê Îdlîba ku lê şert û mercên jiyanê gelek zêde zehmet in û rewşa însanan nebaş e îlankirina agirbestê gaveke muhîm e. Divê ev agirbest domdar be û ji bo tevahîya Sûrîyê bê îlankirin. Her wisa ji bo ew cihên ku hatine rûxandin û hilweşandin ji nû bên avakirin divê xebat bên destpêkirin û ji bo wan sîwîlên ku di bin şert û mercên giran ên jiyanê de hewl didin bijîn cihên strînê yên bi ewlehî bên avakirin û ji bo xirek û cil û berg bên temînkirin.

Li Lîbyayê banga agirbestê

Li Lîbyayê rejîma Qaddafî 42 salan  li ser serê Lîbyayê ma û piştî wî ku ew ji îqtîdarê hat xistin re li Lîbyayê şerê navxweyî dest pê kir û dû re Lîbya di navbera Halîfe Hafter û Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî de hat parvekirin. Bi navbeynkarîya Tirkîye û Rûsyayê ji bo terefên li Lîbyayê banga agirbestê hat kirin.  Ji hêla neftê ve Lîbya 8emîn welat e ku nefta wê zêde ye û hêj gelek sehayên wî yên neftê yên ku nehatine keşifkirin hene ku ev yek bala hêzên navneteweyî dikşîne li ser xwe.  Ji ber vê yekê gelek welat beşdarî Lîbyayê bûne û li wê derê şerekî wekaletê heye. Ev banga agirbestê ya ku ji bo rawestandina şerê navxweyî hatiye kirin muhîm e; lê belê ew Rûsyayê ku bi navbeynkarîya şîrketên taybet beşdarî şerê navxweyî bûye ji bo Lîbyayê ne bi ewlehî ye.Lewra Rûsya di şerê navxweyî ya Sûrîyê de erka garantorîyê girt li ser xwe û digel mutabaqata ku îmze kiribû gelek caran êrîşan bir li ser wan herêmên bêpevçûn.Ji ber vê yekê divê bi bi banga agirbesta ku dê ji teref Tirkîyê ve bê kirin ev pêvajoya agirbestê ji teref sazîyên navneteweyî bê kontrolkirin û Yekîtîya Afrîkayê û Teşkîlata Hevkarîya Îslamê jî beşdarî vê pêvajoyê bibe.

Ger leşkerên bi pere ji welat bên derxistin ew ê pêvajoya muzakereya siyasî pêşvetir biçe. Ji ber vê yekê, domdarîya pêvajoya agirbestê û muzakareya siyasî baş bê nirxandin.

Qetlîama heywanan a ku li Avustralyayê tê kirin

Hat daxuyandin ku ew ê 10 hezar dewe û hinek hesbên berî bên îtlafkirin. Avustralya berî niha jî derheqê 2 milyon pisîkan de qerara îtlafê dabû ku ev welat qetlîama heywanan ji xwe re kiriye polîtîka.

Li Avustralyayê dewe bi hinceta ku zirarê didin wargehan û zêde avê vedixwin dê bên qetilkirin.Her wisa dewe wek sedema hişkesalîyê tê dîtin. Hinceta wê çi dibe bila bibe ferq nake qerara îtlafa heywanan qerareke xelet e. Li ser rûyê dinyayê 821 milyon însanên feqîr û jar hene ku bi birçîbûnê re micadele dikin, dikarin van deweyan bi navbeynkarîya sazîyên navneteweyî ji van însanan re bê gihaştandin. Divê di vê warî de çareserîyek ji bo dewehan bê dîtin. Dîsa ew hespên berî jî dikarin bên kedîkirin di cihên pêwîst de bên bikaranîn.Di vî warî de rêyên hevkarîyên kar û çareserîyên alternatîf dikarin bên peydakirin; lê belê di şûna van de qerara îtlafa heywanan tê dayîn ku ev yek xelet e. Divê Avustralya wê hesasîyeta xwe kovalayan ji bo wan heywanên din jî nîşan bide û rêyên alternatîf bigere.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da