Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 24 koçber bi bota ku kirîn hewl dan derbasî Yunanistanê bibin, lê belê leşkerên Yunanistanê yên ku li rasta wan hatin berê bota wan ji Yunanistanê zivîrandin û koçber kirin ku di behrê de bixeniqin.
Ji ber alîkarîya ku hat telebkirin Fermandarîya Ewlehîyê ya Beravê bi ekîba ku şand cihê bûyerê 24 koçberên di behrê de mabûn rizgar kir.
Hat ragihandin koçberên ku hatin rizgarkirin eslê xwe Efxanistan, Kongo, Afrîkaya Navîn û Malîyî ne.