Di dîroka însanîyetê de, gelek hedîsên elîm û dilşewat çêbûnîn. Gelek însanê mezlûm û bêkes hatinin kuştîn, û di qetlî’ama re hatinin derbaskirin. Însanên zalim û xwînxwar, ji boy meqam û menfî'etê xwe mûhefeze bikin, însan di qetlî’ama re derbaskirinin. Xwîna wan wekî çema herikandinin. Dilê wan bikirina qetlî’ama re ne êşîya ye, zikê wan pê neşewitî ye. Bil’akîs bivê xwîn rijandinê dilxweş bûne, kêfxweş bûne û pê pesnê xwe danin. Wekî wampîra, bi rijandin û vexarina xwîna însana zewq sitendinin.
Ê wekî fîr’ewn, Nemrûd, Êshabê uxdûd, Cengiz, Stalîn, Hîtler, Seddam, ‘Emrîqa, Îngilîz, Fransa, Îsraîl û xulamê wan û gellekê dinê em kanin bijmêrin. Li Kurdistanê Dérsim, Gelîyê Zîlan, Koçgirî, û li bajar û welatê wekî Hema, Nagazakî, Hîroşîma, Cezayîr, Filistîn, Efganîstan, Çeçenya, Bosna o gellekî cîhê dinê wekî Helepçe hatinin qelandin û Qetlî’amkirin. Û hînjî van qetlî’ama, li hinek cîya didomînin. Ev 5 mehe li Xezzeyê li pêş çavê temamê dinyayê qetlîamek dijvar tên kirin. Xanîyê wan bi bombe û fuzeyan li serê wan tên xerakirin, sîlehê yên modern li ser wan tên ceribandin. Dora wan hatine dorpêçkirin û nahêlin alîkarîya xwarin û vexwarinê jî bên kirin. Êdî însan ji birçîna dimirin. Temamê cîhanê jî lê vêya temaşe dikin. Qaşo sazîyên heqq’e mafên mirovan tu tiştekî nikarin bikin û tiştek ji destê wan nayên.
Di kişandina zor û zehmetîya de di bin zilma dagirkera de milletê Kurd û milletê Filistîn qedera wan dişibin hev. Her dû millet jî di gellek qetlîam û surgûna re derbasbûne.
Malûme îro salvegera qetli’ama Helepçê ye. Di sala 1988’a, di 16 meha Adarê de li bajarê Helepçe, ji teref Seddam û leşkerên wî, bi alîkarîya Emerîqa û hinek dewletên Ewropî bi kimyasalan, qetli’amek mezin ku ket dîroka însanîyetê hat kirin. Di vê qetlî’amê de bi hindikî 5 hezar Kurd hatin şehîd kirin, zêdi 20 hezar kes jî birîndar û seqet bûn. Gorî rapora Yekîtîya Milleta ya Koma Tendûrûstîyê (WHO) divê êrişa kimyasalê de hetanî aniha, 43.753 kes mirine û 61.200 kes jî seqet maye. Gelo sucê wan çibûn. Ji kîja sucî hatin cezakirin. Ka em ‘evilî Helepçe hinekî nasbikin.
Helepçe li Kurdistana Başûr bajarekî şêrin û biçûke. Hijmara nifûsa wê dora 50 hezarîye. Di şerê nava Îranê û Iraqê de gelê Kurd, li dijî Seddam xwe bi terefê Îranê re girtibûn. Baxusûs Hereketa Îslamî li Helepçê, gorî cîhê dinê, zêdetir pêşve çubûn. Hereketa İslami ya Kurdistan, li Helepçe cîh girtibû. Berîya Seddam êrişê ser Helepçe bike, Pêşmerge û leşkerê Îranê Helepçe bidest xistibûn.
Seddam Husên, di sala 1988’an 23 Sibatê de, binavê “El-Enfal” êrîşek li ser Kurda lidarxistibû. Ma’na “Enfal” jî xenimete. Yanî mal û canê Kurda gorî wan lixwe helal dikin û xenîmet dihesibînin. Li vê ‘ecêbê binerin ku, ateîst û sosyalîstekî bê dîn yekî wek Seddam, navê sûrekî Qur’anê, li vê êrişa ku li ser qewmê Kurd ku Misilmane navê ayetê li operasyonê danîbû. Seddam, ku qatilê gellek ‘alimê Îslamêye, sirf ji boy da’wa islamê bitefîne, gellek ‘alimê hêja û qenc, bi îşkenca şehîd kirîye. Seddam bi vî awayî xaîntîkî wer dikir ku bi alîkî xelqê ‘Ereb binavê Qur’anê dixapand, yanî vaye ejî Misilmanim, alîyên din jî, ji boy xelqê Kurd bibin dujminê Îslam û Qur’anê ayetên Qur’anê îstîsmar dikir ku gelê Kurd wê bibêjın, Seddam bi navê Îslamê me dikujin. Ji berê de mirovê zalim û xwînxwar û xaîn, zemanê dikevin tengasîyê, dîn ji xwere dikin alet. Di firehayê de jî dujminê dîn, yên mezin ewin.
Di êrişa Enfalê de Seddam emir da pismamê xwe Alî Hasan al-Majîd al-Tikritî, got; “Bombeyên kîmyewî bireşînin li ser Kurda o wan qirbikin." Navê Alî Hasan al-Majîd, bi navên kod “Kîmyasal ‘Elî” ji qumandanê xwere wiha emir da: “Gere gundê Kurda yek maleki saxlem nemîne. Ezê verim lêbinhêrim, ger yek malekî nexerabûyî bibînim, ezê qumandanê wê mufrezê mesul bigirim.”
Êwilî ji boy xelqê Helepçê têkevin penabergeha bombebarandin kirin. Ku ji boy însan di penabergeha de bi gazê bifetisin û her penabergehek bibe mezel ji wanre. Di 16 Adara 1988’an de, 8 heb teyyarê şer MÎG-23 Bombeyên kîmyasal barkir û li ser bajarê Helepçê barandin. Divê komkujîyê de li gorî hejmarê fermî 5 hezar însan şehîd bûn, 20 hezar însan jî, birîndar û seqet bûn. Gelek jî wenda bûn. Kesên bêteref, wextê çûn heremê gotin, jimara ê kuştî û birîndar yên tên gotin, jê zêdetire.
Haya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan hayîdar bûn. Ew jî medya û televizyonê Îranê piştî xebera vê qetlîamê dan, hê nûvde medya ya dinyayê dan. Ew jî medya Emrîqa û ya Ewrupa pir zêde li ser nesekinîn. Hetta rojnamakî Emrîqa xwest vê qetlîamê têxe hustîyê Îranê, û bivî awayî xeber belavkir. Halbukî hinek cîhê Îranê jî Seddam gazê kîmyewi avêtibûyê û gelek leşker û însanê sivîl, bi kîmyasalan hatibûn kuştin. Gorî gotinên Îranê, Seddam 3500 caran gazê kîmyevî avêtin cihê sivîl û eskerîyê. Lê feqet medyayê Emrîqa û Ewropa xwestin hedefê şaş bidin nîşandan. Çimkî şirîkê vê qetlîamê yek jê jî ew bun. Ê sîlehê kîmyewî dabûn Seddam ew bûn. Piştî Seddam ji wan re nebû, ji kontrola wan derket hêna nûhve sûcê Seddam anîn ziman. Ew jî piştî 3 sala sankî ev qetlîam nûhve bûye hêna ji nûvda propaganda vê qetlîamê kirin, ji boy Seddam ji serî de bixînin. çimkî êdî Seddam zirar di da menfî'eta wan.
Rojnamevankî Tirkîyê Ramazan Ozturk, piştî komkujiyê çû Helepçê û wêneyê ku li Helepçeyê kişandibûn, bi weşandina van wêneya cîhan zêdetir pê hayîdar bûn. Di van wêneyan de kesekî bi navê ‘Elî Hawar, zarokekî xwe yê yek mehî, ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hemêzkirî û serdev ketibû, jiyana xwe ji dest dabûn. Fotoxrafê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helepçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helepçeyê tê kirin, ‘Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî, tê ber çavên mirovan.
Sebebê bombeyên kîmyewî, tenê bi mirina 5 hezar Kurdan û seqet mayina bi deh hezaran ve bêsînor nema. Sedema bombeyên kîmyewî hê jî li bajarê Helepçe didome.
Li gorî deneyên Neteweyên Yekbûyî, ji boy bombeyên kîmyewî li Helepçe û derdora wê, di navbera salên 1991 û 1994an de nexweşîya pençeşêrê, ji sedî 800 zêde bûye. Herwiha jiber bombeyên kîmyewî nexweşîyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî, bi nexweşiyên, qiriq, kezeb, poz û çavan ve, rû bi rû mane. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî sebebê bombeyên kîmyewî, zarokên nû tên dünyayê tehdîd dike.
Roja Kîmyasal avêtin Helepçeyê
Pirekek bi navê Nesrin Abdulqadir Muhemmed, roja gazên kîmyewî avêtin Helepçeyê ji rojnamevan kî re weha digot: “Pêşmerge bi leşkerê Îranê re wexta li leşkerê Iraqê xist û leşkerê Iraqê paşde revîya, me texmîn kir wê Iraq dîsa êrîşî me bikin. Em li Helepçe ketin penabergeha mala xwe. Se’et dora 10’a bû. Me nêrî helîkpoterek hat. Di wê helîkopterê hinek mirov hebûn. Qamera bi wan re bûn. Bi qamera der û dorê me kişandin. Piştî wê şûnde zîvirîn çûn. Êrîş se’et di 11’de despêkir. Balafirê Iraqê napalm avêtin ser Helepçeyê. Se’êt 2’dê rojê de bombebarandin sekinî. Piştî wê ez çûm jor min nan çêkir. Piştî bombebarandinê deng guherî. Deng wekî berê ne zêde bû. Wekî perçê hesin li ‘erdê bikeve û neteqe. Me tu ma’ne neda vê bêdengîyê. Nesrîn Muhammed li nêzîkê Helepçeyê rûdinişt. Dibêje min dît helîkopterek hat û hinek kaxidê sipî ji hewayê avêtin. Me dawîyê fêhmkir ku ji boy zanibin ba, bikîja hêlê de tê, ew kaxiz avêtin. Nesrîn weha dewam dike; min xwarin dida hev. Min nihêrî bîhnek xerîb hat. ‘ewilî wekî bêhna çopê pîs bû. Piştî wê wek bêhna sêvê xweş bû. Piştî wê jî wekî hêka kelandî bêhn da. Berî dakeve jêr, li qefesa çûkê nerî, çûk dimire. Di pacê re li derve nerî menzere insan şaş dike. Her teref bê deng bû. Heyvan dimirin. Mîh û bizin dimirin.
Nesrîn dadıkeve penabergehê, dibêje hinek rewşên cuda tên meydanê. Dibêje mal giştûk ketin tev. Lê feqet penabergeh terk nekirin. Me got emê xwe divirda veşêrin. Dibêje çavê me şewitîn. Xwehamin jimire got, çavête sor bûye. Piştî wê zarok verişiyan. Pir diêşiyan û digirîyan. Dîyamin girîya. Paşve ê pir jî verişiyan. Me fêhmkir ku artêşa Seddam, kîmyasal avêtîyê Helepçeyê. Me nêrî emê bifetisin me got emê, jivir derkevin û birevin. Li derve me nêri çêlekame ketîye ‘erdê. Wekî zêde revîyabe nefesê distîne. Wekî payîzê pelê dara diweşîyan. Kewa me miri bû. Li der û dorê me dûmana wekî ‘ewra ketibû ser ‘erdê. Malbata me li bayê nerî û tersê bayê revîyan. Lê rev zor dibû. Zarok nikarîbûn birê de bimeşiyan. Ne rehet bûn û jiber verişandinê ji halde ketibûn. Me wan liser mila kişandin. Li bajar der û dorê di jî, malbat divî halî de bûn.”
Di operasyona Enfalê de gorî tên gotin 180 hezar Kurd hatine şehîd kirin. Bê jimar însan, birîndar û wenda bûnin. 4500 gund hatîye xerakirin. Vê dawîyê gori nivîsandinê hinek medyayê ‘Ereba, gelek qîzê Kurda li Misrê û hinek devletên din de, hatin firotin û di cihê nebaş de hatin şuxulandin. Ji teref leşkerê Seddam bi 100 hezaran kes birin Başurê Iraqê, li wêderê hatin kuştin û xistin bin ‘erdê. Piştî çûna Seddam, hestîyê kesê hatibûn kuştin, jibin ‘erdê hatin derxistin.
Bi wan re, bi 100 hezaran ‘Erebên Şîî ji hatibûn kuştin. Nêzîkî 2 milyon Kurd û bu wan re kesên Şîî koçber bûn. Hinek çûn Îranê, hinek jî hatin Tirkîyê. Di qampa de giş perîşan bûn. Duwêlê Ewropa û Emrîqa disa durûtî kirin o tu alîkarî nedan wan. Tê bîramin Serokê Komela Tirkîyê Tûrgût Ozal weha digot; Emrîqa û duwêlê Ewropa pî ber me nabin. Wextê tê peyvê jî kes nikare bi ser wan xînin.” Bi vî awayî, tu alîkarî bi van însanê perişan re nekirin. Temamê sîyaseta wan liser propaganda û derewa ye. Pîreka serokê dewleta Fransa Danielle Mitterand dihat destê xwe di serê zarokê Kurdan dida, wekî “ez vay li berwe dikevim” xwe di da nîşandan. Di alîyê dinê de zilamê wê François Mitterrand alikarîya Seddam dikir û çek û gazê kîmyewî didanê. Kurdê meyê saf jî, digotin qey bi rastî vêya li berme dikeve. Zemanê dihat wan ziyaret dikir, Jê re digotin “dayika me Kurda Mitterand” û jê re li çepika dixistin.
Yên gazê kîmyewî dan Seddam jî, Emrîqa û duwêlê Ewrûpan bûn. 200 heb fîrmayê Ewropa û Emrîqa hem sîlehên kîmyewî, hem jî sîlehê dinê dabûn Seddam. Ji van fîrmana 80 heb ê Elman û 75 heb yên Emrîqa, Êdijî fîrmayê Frensa, Rûs, Swîsre, Îsraîl, Belçîqa û Îngilîz bûn. Ev silehana jî, gelekê wan li ser Tirkîyê re derbas dibûn. Sîlehê kîmyewî û yên dine, dehatin lîmana Mêrsînê, jiwir jî bi tira dikişandin Iraqê.
Di wê demê de, li dijî vê komkujî û qetliamê de, deng ne ji Emrîqa û nejî ji duwêlên Ewrûpan hat. Çimkî di wê demê de menfî’eta wan di Seddam de hebûn. Piştî Seddam ji wan re nebû, hê nûvde sucên wî anîn ziman. Û gotİn Seddam komkujî kirîye. Ew jî ne ji boy ku terefên mezlûma bigirin û heyfa wan hilînin. Ji boy Seddam ji serî bixînin, ew komkujî kirin bahane û propaganda wê kirin. Duwêlên Xerbî timî durûnin. Menfî’eta wan, bi çi awayî bin, bi wî awayî hereket dikin. Tucarî bawerî bi wan nayên.
Sunnetullah, yanî qanûna Xweda tucar naguhere. Însanê zalim pir here, hindik here wê hesabê ew zilma ku kirîye wê bide, û jêre namîne. Hinek hê li vê dinyayê cezayê xwe dibînin. Xwedayê Te’ala di Qur’ana pîroz de di heqqê ê wekî Seddam û hevalê wî yên qatil, weha ferman dike; “wanên zilmê dikin, di pir nêzîk de wê înqîlabek çawa li wan çê bibe, ewê bibînin.” (Şu’ara 227)
Xwedayê Te’ala li dijî zalimkî, zalimkî dinê muselletî ser kir. Seddam û hevalê wî yên qatil, jı teref Êmrîqa û müttefikê wî hatin xistin. Vê paşîyê jî hat daliqandin. Li vê dinyayê jî cezayê xwedîtin û ‘ezabê mezin şixwe li wê dinyayê wê bibînin.
Lê belê Emrîqa û hevalên wî, ji boy heqîqet dernekeve holê, Seddam, bihawakî ‘ecele îdam kirin. Hê mehkema komkujîya Helepçe dihat dewamkirin, ji boy 148 kesê Şîî li qeza Duceylê hatibun kuştin qerara îdama Seddam hat dayîn û bi ‘ecele daliqandin. Vêya jî dide nîşandan ku ‘Emrîqa û hevalên wî, ji boy Seddam des bi îtîrafa neke û tekilîya wan yên li Helepçe dernekeve holê, weha bi ‘ecele Seddam ji ortê rakirin. Seddam qûqla bû. ‘Esil ê wî dida leystandin, bi daliqandina Seddam, goya xwe derxistin temizê. Lê belê weka hêştirme serê xwe xistinin nav qumê, laşê wan giş ji derve ye. Herkes zane ku, ê Seddam xwedîkir, mezinkir, temamê nev’ê sîleha dayê wî û jê re hedef da nîşandan Emrîqa û duwêlê Ewropanin. Lê feqet îro ro, ew xurtin. Kes nikarin tu hesabî ji wan bipirsin.
Qetlî’ama Helepçe xelqak nû li ser mezlûmîyeta Kurdan zêdekir. Ev qetlî’am rûyê zalimên xwînxwar derxist meydanê, û bû sembola di qelleştiye û namerdiyê de tu sinora nasnakin.
Da nîşandan ku, ê bi navê demoqrasîyê û heqqê insana derdikevin meydanê, di heqîqetê de, ji boy menfî’eta xwe, tu durûtî û qelleştîya nekin tuneye. Qetlî’ama Helepçe, ji vêya re xweş nîşane. Emrîqa û Ewropa, li ser vê qetlî’amê keru lal man. Deng şixwe na nin. Çimkî dîn û îmana wan menfî’eta wanin. Menfî’eta wan jî zêdetir di Seddam de hebû. Ji ber wî awayê wê demê bê deng man.
Parastina heqq û mafên mirovan ji wan re, ji boy ehmaqa bixapînin. Ji xeyrî însanê xwe re, hurmeta wan, ji tu heqqê kesî re tuneye. Wextê pozê însanêki wan xwîndibin, dinyayê radikin serlinga. Lê belê li alîyê dinê bi hezara însan tên kuştin, yan jî ew dukujin, nexema wanin. Wexta em li dîroka wan binhêrin, emê vêya xweşik bibînin. Dev ji dîrokê jî berdin hê teze Xazze li pêş çavaye. Tenê bajarekî ye, bi rejima siyonist re Emrîqa, Îngîlîz, Elman, Fransa êrîşî ser dikin li pêş çavê temamê dinyayê zarok, pîrek, îxtîyar nabêjin bombeyan li ser wan dibarînin, malên wan li ser serê wan xeradikin. Nahêlin xwarin û vexarin herin ji wan re ew dorpêçkirine. û li pêş çavê temamê dinyayê edî gelê Xazze ji birçîna dimrin.
Gere ev hîle û xaponekê wanê êdi bihemde kevn bûnin, em zanibin û pê neyên xapandin. Ew tucarî jimere nabin dost û yar. Ew fikr û îdeolojîyê wan ên qirêj û zingarokî ji mer nabin rîya xellasîyê. Carekî dinê em li eslê xwe vegerin. Weki Ustad Bedîuzzeman digot: Em elmasê distê xwe de, bi camê wan re neguherin. Û bidin dû rîya heqîqetê, em xellas bibin hem li dinya û hem jî li axîretê.
Emanetî Xweda bin