Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ambargoya çekana li ser Îranê red kir

Di encama dengdayîna ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de pêşnûmaya qerarê ya dirêjkirina ambargoya çekan a li ser Îranê bi dengên Çîn û Rûsyayê hat redkirin.

Temsîlkarîya daîmî yê Rûsyayê ya di Neteweyên Yekbûyî de destnîşan kir, ew  wê qerara Amerîka ya dirêjkirina  ambargoya çekan a li ser Îranê red kirine û danezana Amerîka ya ku qala wê tê kirin binpêkirina qerara bi nimreya 2231 a Neteweyên Yekbûyî ye.

Temsîlkarîya daîmî yê Çînê ya di Neteweyên Yekbûyî de jî destnîşan kir ew jî di dengdayîna ku hat kirin de dengê menfî dane û qerara Amerîka “zordarî û ferzkirin e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî