Konseya Têkilîyên Îslam-Emerîkî (CAIR), bi munasebeta ku destekê dide qirkirina Xezzeyê û di binpêkirina mafên mirovan de cih digire, li dijî rêveberiya Emerîkayê doz vekir. Serokê CAIR Nîhad Awad îdia kir ku Joe Biden û rêveberiya wî ji binpêkirinên îşxalkeran haydar bûne, lê van rastiyan veşartiye.
Awad diyar kir ku Bîden û Wezîrê Karên Derve yê wê demê Antony Blinken guh nedane raporên navxweyî yên Qesra Spî û Wezareta Karên Derve û got, "Ev doz derbasî rêveberiya nû bûn û wisa dixuye ku pêvajo di sala 2025an de dewam bike."
Awad diyar kir ku yek ji rayedarên Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Josh Paul raporên li ser binpêkirina mafên mirovan pêşkêşî îşxalkeran kir, lê ev rapor di paş guh hate avêtin, Awad bi bîr xist ku Paul ji bo protestokirina vê rewşê îstifa kiriye. (ÎLKHA)