Tirkî ket bin têsîra hewaya sar.
Germahiya hewayê 6-8 dereceyê din ket.
Midurtîya Giştî yê Meteorolojîyê ji bo 15 parezgehan koda zer hat dayîn.
Li Tokat, Amasya û Gumuşxaneyê temamê dibistanan hat tetîlkirin.
Li Yozgat û Çorumê di navenda bajêr perwerdehî sekinî.
Li Sînopê jî ji ber barîna berfê perwerdehîya veguhastî di navend û navçeyan de hat sekinandin.
Li gelek navçeyên Çewligê jî îro mekteb hate sekinandin.
Li Orduyê jî li navçeyên Aybasti, Çaybaşi, Golkoy, Gurgentepe, Îkîzce, Kabaduz, Kabataş, Korgan, Kumru û Ulubeyê bi temamî, li Akkuş, Altinordu, Çamaş, Fatsa, Mesûdîye ve Unyeyê jî di hinek dibistanan de perwerdehî hatin sekinandin.
Li Kastamonuyê jî di navend û Dadayê temamî, li navçeyên Kure, Înebolu û Çatalzeytînê jî perwerdehîya veguhastî ji bo îro hat sekinandin.
Li navçeyên Asarcik, Ayvacik, Havza, Kavak, Lâdîk ve Salipazari temamî; li navçeyên Alaçam, Atakum, Bafra, Canîk, Çarşamba, Îlkadım, Tekkekoy, Terme û Yakakentê jî perwerdehîya veguhastî rojekî hat sekinandin. (ÎLKHA)