Li 3 bajarê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Li bajarên Şirnex, Wan û Colemêrgê ji ber rewşa hewaya xerab ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Walîtîya Şirnexê diyar kir ku ew li navçeyên Elkê û Qilabanê ji ber barîna berfê roja Çarşembê di hemû sazîyên perwerdehîyê de ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Walîtîya Colemêrgê, ragihand ku di 20ê Adarê de xeyn ji sazîyên hindekarîya bilind di hemû sazîyên dibistanê de ji perwerdehîyê re navber hatîye dayîn.

Herdu walîtî jî îfade kirin ku personelên bihemle û astengdar ew ê bi îzna îdarê bêne hesibandin.

Xeyn ji herdu bajaran li Wanê jî ji bo navçeyên Şax, Miks û Mehmûdîyê ji ber barîna berfekî gur ji perwerdehîyê re navber hat dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir