Li Afganîstanê di merasîma cenaze de teqîn: 15 mirî, 50 birîndar

Li eyaleta Bedahşan a Afganîstanê di dema merasîma cenaze de êrîşa bombeyî pêk hat, 15 kesan canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li bajarê Feyzabad ê wîlayeta Bedahşanê qewimî.

Li gorî medyaya Afganîstanê, di dema merasîma cenazeyê cîgirê berê yê parêzgarê Bedahşanê Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî de li mizgeftê hat lidarxistin de teqînek rû da.

Li gorî agahiyên ewil di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî li paytexta parêzgehê Feyzabadê di encama êrişa bi wesayîteke bombebarkirî de hat kuştin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin