Li Agirî'yê tir û qemyon li hev qelibîn û şewitîn

Li Zêdkan a navçeya Agirî'yê tir û qemyon li hev qelibîn. Bi tesîra qelibînê di her du 'erebe yê de agir pê ket.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, qeza li cihê Cobara Sarican a li navçeya Zêdkan'a Agirî'yê di se'et 14.00'an de pêk hat.

Tira ku plakaya wê 76 AAD 511 bû û di bin kontrola H.B.Û de bû, bi qemyona pembûyê ku ji hember dihat, plakaya wê 34 EMY 218 bû û di bin îdareya B.A. de bû li hev ketin. Bi tesîra lêketinê her du tir û qemyon qulipîn û agir bi wan ket.

Bi lêgerîna ajokarên derûdorê ekîbên tenduristîyê, cenderme û îtfaiye hatin sewqkirin ji cihê bûyerê re. Ekîbên îtfaiyeyê midaxeleyî şewat kirin û di demek kin de agir vemirandin lê her du 'erebe jî ketibûn halekê ku careke din nikarin bên bikaranîn.

Ajokarê tirê H.U.B. yê ku di qezayê de sivik birîndar bûbû piştî midaxeleya ekîbên tendirustiyê hat rakirin nexweşxaneyê û hat tedawîkirin. Di rêbeja ku ji ber qezayê hatibû girtin de kilikên 'erebeyan çê bû. Piştî ku 'erebeyên qezakirî ji rê hat rakirin rêbej dîsa ji trafîkê re vebû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye