Li Amedê amadekariya bernameya Mewlida Nebî berdewam dike

Ji bo bernameya Mewlida Nebî ya ku dê 30ê Nîsanê de roja Yekşemê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin xebat hatin destpêkirin.

Bernameya Mewlida Nebî ya ku ji ber şewba Kovîd-19ê 3 salan nehat tertîpkirin piştî navbera ku hatibû dayîn ew ê dîsa bê lidarxistin. Ji bo vê yekê Weqfa Evîndarên Pêxember dest bi xebatan kir û li seranserê bajêr afîşên daxuyaniyê daliqandin.

Weqfa Evîndarên Pêxember 30ê Nîsanê roja Yekşemê li qada parka Newrozê bi temaya "Mînaka Herî Xweşik Hz Muhammed" bernameya Mewlida Nebî li dar bixe.

Dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember ên ku afîş û pankartên bernameya ku dê di 30ê Nîsanê roja Yekşemê de li qada Parka Nevruz a navçeya Bağlar a Amedê bê lidarxistin; li çarrê û bihorkên jorîn daliqandin û Amedê bi muhebbeta Muhemmedî xemilandin.

Bi afîşên ku bi zimanên Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Zazakî) hatibû amadekirin temamê gelê hat vexwandin bo çalakiya ku wê roja Yekşemê saet di 13.30î de bê tertîpkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin