Qeza li gundê Pirinçlikê ya navçeya Kayapinarê pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Otomobîla bi plaqeya 72 ADD 647 a ku M.D. di rêvebirina wê de ye, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê ji dest da firîya nava erda.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Piştî alîkariya ewil ekîbên tenduristiyê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.
Hate hînbûn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.