Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 5 hezar kes bi coronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 5 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 5 milyon û 701 hezar û 162 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1341 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 176 hezar û 342 kesî.
ÎLKHA