Hat ragihandin li parêzgeha Florîdaya Amerîkayê di navbera kesên ku zêrfiroş şelandin û hêzên ewlehîyê de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 4 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên ku zêrfiroş şelandin kamyonekê dizîn û hewl dan ji cihê bûyerê birevin.Di navbera kesên ku zêrfiroş şelandin û hêzên ewlehîyê de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 4 kes mirin. Tê diyarkirin ji 4 kesên ku mirin 2 jê diz, yek jê şofêrê kamyonê û yek jê jî kesekî sîwîl e.
ÎLKHA