Li Ataşehîrê tankera sotemenîyê teqîya: Mirîyek, 3 birîndar

Li Ataşehîra Stenbolê di tesîsa bêhndanê de di tankera sotemenîyê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de kesek canê xwe ji dest da û 1 jê giran 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, di tesîsekî bêhndanê ya li ser Ceddeya Samandira Taxa Ferhatpaşaya Ateşehîrê de pêk hat.

Li gorî îddîayan, di tankera sotemenîyê ku wek depoyê dihat şixulandin de ji ber ku di derve de midexele hatîye kirin teqîn pêk hat.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenrudistîyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ji 2 kesên ku giran birîndar bûne yek canê xwe ji dest da, tedawîya birîndarên dinê jî berdewam dike.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 936an
Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir
20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû