Li Azezê teqîn. 5 mirî 85 birîndar

Li navçeya AzezabajaraHaleba Sûrîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin.

Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 5 kes canê xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi wesayîta bombebarkirî êrîş li gundê Sîccuya girêdayê Azezê hat kirin. Ji ber êrîşa ku hat lidarxistin 5 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û 85 kesên sîwîl jî birîndar bûn.

Sîwîlên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Tê diyarkirin êrîş ji teref PKK/YPGê ve hat lidarxistin, lê hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê 8 kes ji ber jehrîbûna ji sobayê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin
Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev