Li Bakurê Kurdistanê partiyeke nû hat avakirin

Navê partiya nû Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ye.

Partiyeke nû ya kurdî ya bi navê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) hat avakirin.

Îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Hewldana Partiyeke Kurdistanî ku ev du sal bûn amadekariyê avakirina partiyekê dikir, bi fermî partîbûna xwe ragihand.

Navê partiya nû Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ye.

Di civîna ragihandina PAKê de ku li Hotêla Green Parkê ya Amedê hat lidarxistin, Serokê PDKa Bakur Sertaç Bûcak, Serokê Federasyona Karsazên Rojhilatbaşûr (DOGUNSÎFED) Şahîsmaîl Bedirhanoglu, Parlamenterê berê yê BDPê Osman Ozçelîk û gellek siyasetmedarên din beşdar bûn.

Serokatiya PDKê dê Mistefa Ozçelîk bike. Ozçelîk piştî civînê ji Rûdawê re axivî û got, PDK di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka kurd bi demokrasî û komara demokratîk nayê çareserkirin û wiha axivî:

“Pirsgirêka kurd bi Kurdistanê çareser dibe. Em mafê Kurdan ê dewletbûnê jî diparêzin. Eger dewlet bi çareseriyek federatîf razî nebe wê demê kurd dikarin dewleta xwe ava bikin.”

Mistefa Ozçelîk anî ziman ku li Tirkiyeyê zêdetirî 90 salan e kurd tên înkarkirin û wiha got: “PAK ji bo vê yekê hat avakirin ku ji vê înkarkirinê re bêje bes e!”

PDK dê piştî 10 rojan ji bo ku bi fermî were tomarkirin dest bi serlêdanan bike.

Hat zanîn, her çiqas hatibûn vexwendin jî lê ti rayedarekî DBDP, KCD û HDPê tevlî civîna PAKê nebibûn.

Rûdaw

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Siyaset Haberleri

HÜDA PAR’dan İslam âlimi Şeyh Said için soru önergesi
HÜDA PAR'dan TV dizilerindeki pervasızlığa tepki
HÜDA PAR: Kürt meselesinin araçsallaştırılmasına artık müsaade edilmemeli!
HÜDA PAR, siyonistlerle ticaretin devam ettiği iddialarına ilişkin Meclis'e soru önergesi verdi
CHP'nin bize karşı yapıp ettiklerine karşı onlara yapılana 'oh olsun' demeyiz!