Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku zêde dibare li Bidlîsê rêya 125 gundan, li Wanê rêya 211 gundan, li Colemêrgê rêya 162 gundan û li Mûşê jî rêya 114 gundan hat girtin.
Ji bo rêyên ku ji ber berfê hatine girtin bên vekirin xebat bê navber berdewam dikin.